Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan serdana Fîgen Yuksekdag kir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî serdana Selahattîn Demîrtaş kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat piştî serdanan li ber girtîgehan daxuyanî hate dayîn û hevserokan diyar kir ku hevalên wan ên siyasetmedar bi awayekî neqanûnî di zindanan de girtî ne û bang kirin ku demildest werin berdan.
Di 4ê Mijdara 2016an de li dijî HDPê û siyasetmedarên Kurd êrişeke hate destpêkirin. Di çarçoveya vê derbeya siyasî de 9 siyasetmedar hatibîn girtin. Di qonaxa yekem a vê derbeya siyasî de hevserokên giştî yên berê yên HDPê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demîrtaş jî di nav de gelek parlamenter hatibûn girtin.
Cezayên ku di Doza Kobanê de li siyasetmedaran hatibû birîn
22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Gulana 2024an de di dozê de biryara cezayan da. Her weha biryara hêcetê jî di Hezîrana 2025an de hatibû aşkerekirin.
Selahattin Demirtaş: 42 sal
Fîgen Yuksekdağ: 32 sal 9 meh
Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Emine Ayna: 12 sal
Ahmet Turk: 10 sal
Ali Urkut: 13 sal 4 meh
Alp Altınors: 18 sal
Ayla Akat Ata, Aynur Aşan: 9 sal 9 meh
Mesut Bagcik, Nezir Çakar, Ayşe Yagci, Meryem Adibelli: 9 sal
Bulent Parmaksız: 23 sal
Gunay Kubilay, Îsmaîl Şengul: 20 sal 6 meh
Nazmi Gur, Pervin Oduncu, Zeki Çelik, Zeynep Karaman: 22 sal 6 meh
Cîhan Erdal, Dîlek Yagli: 16 sal
Bi boneya 10emîn salvegera darbeya 4ê Mijdarê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari li Girtîgêha Edîrneyê serdana Selehattîn Demirtaş kir. Hevserokê Giştî yê DEM Partîyê Tuncer Bakirhan jî li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Kandirayê serdana Fîgen Yuksekdag kir.
Piştî serdanan hevserokan li ber girtîgehan daxuyanî da. Serokên giştî yên partiyên siyasî yên pêkhateyên DEM Partiyê, rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên DEM Partî û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyan de de pankarta “Ji bo aştî û demokrasiyê azadî bo girtiyên siyasî” hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.
"Divê hemû girtiyên siyasî demildest werin berdan"
Tuncer Bakirhan li pêşiya Girtîgeha Kandirayê axivî û daxuyanî da. Tuncer Bakirhan bi bîr xist ku îro salvegera 4ê Mijdarê ye û ev roj di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de rojeke reş û birîneke kûr e û wiha axivî:
“Berî 10 salan, di 4ê Mijdara 2016an de, bi rakirina parêzbendiyan û girtina hevalên me Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 10 parlamenterên me, darbeyeke siyasî li dijî demokrasiyê hate kirin. Ev birîna ku 10 sal berê hate vekirin, bi demê re mezin bû û hemû Tirkiye xist bin bandora xwe. Îro ne tenê siyasetmedarên Kurd û DEM Partiyî, lêbelê bi hezaran kesên ku fikrên xwe tînin ziman, rexne dikin û muxalefetê dikin ji Girtîgeha Kandirayê bigire heta hemû girtîgehên welêt bi neheqî di girtinê de ne. Di nava van 10 salên borî de hiqûq hat rawestandin û di warê edaletê de qelsiyek mezin çêbû. Niha li pêşiya me du rê hene: Em ê bitirs û tirsên borî bi rêbaza bêhiqûqiyê bidomînin, an jî em ê birînên borî bi hiqûqeke demokratîk derman bikin. Em aştiyeke ku tê de birînên borî bên dermankirin dixwazin. Pêvajoya aştiyê ji bo dermankirina van birînan e. PKKê xwe fesix kiriye û li sînorên Tirkiyeyê tu kampên ku ‘tehdîdê’ çêbikin neman. Niha divê gavên yekalî yên dîrokî bersivekê bibînin.
Di vê serdema ku em hewl didin serdema şer biqedînin. Divê pêşî Hevserokên me Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî yên wekî Can Atalay, Selçuk Kozagaçlı, girtiyên Geziyê û Kobaniyê demildest werin berdan. Ev ne lutif e; ev deynê dewletê yê li hemberî hiqûqê ye. Divê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û DMMEyê bê şert û merc bên cîbicîkirin û qeyûmên ku li şûna îradeya gel hatine danîn werin rakirin. Di heman demê de, divê rê li ber darizandina bêgirtî ya şaredar û rêveberên bajêr jî vebe. Bêyî azadiya raman, çalakî û rêxistinbûnê, em nikarin aştiyê qezenc bikin û demokrasiyê ava bikin. Ji ber wê em bi dengekî bilind dibêjin: Azadî ji bo hemû girtiyên siyasî!”
"Heya ku yek girtiyê siyasî hebe wê têkoşîna me bidome"
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî pişti serdana Demîrtaş, li peşîya Girtîgeha Edîrneyê daxuyanî da.
Tulay Hatimogullari diyar kir ku piştî hevalan wan hatin girtin rejîmeke nû, ango ‘rejîma qeyiman’ li welat dest pê kir û wiha got:
“Qeyim li Wanê û li gelek bajarên Tirkiyeyê hatin danîn. Li zanîngeh û cihên kar jî rejîma qeyûman xwe nîşan da. Ev yek ne tenê bi qadên Kurdan re sînorkirî ma, li hemû mûxalefetê belav bû. Ev rêbaz, ne tenê di dîroka HDP’ê de, lê li hemû mûxalefetê hat sepandin. Niha Serokê Şaredariya Stenbolê yê hilbijartî birêz Ekrem Îmamoglu û gelek şaredarên hilbijartî di girtîgehê de ne. Ev yek nîşan dide ku ew rejîma ku di 4ê Mijdarê de dest pê kir, niha li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Em rejîma qey,man qebûl nakin. Bila Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên Kobaniyê tavilê bên berdan. Çimkî hevalên me deryasayî di girtîgehan de ne. Birêz Selahattîn li ser pêyan e û dibêje, ‘Silav û hezkirina xwe ji hemû gelên Tirkiyeyê re dişînim’. Wî diyar kir ku ew ê di şert û mercên girtîgehê de piştgiriya xwe ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bidomîne û dibêje, ‘Me li ser vê axê bedelên giran dan, lê çi dibe bila bibe em ê hewldanên aştiyê qut nekin’. Heya ku hemû girtiyên siyasî azad bibin, wê têkoşîna me bidome. Hevalên me yên li hundir têkoşîna xwe didomînin, em ê jî li derve ji bo avakirina sîstemeke demokratîk têkoşîna xwe bidomînin. Heya ku yek girtiyê siyasî hebe, wê têkoşîna me bidome.”
Doza Kobaniyê
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê di lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobaniyê de biryara desteserkirina 82 kesan dabû. Akademîsyen Cîhan Erdal, Prof. Dr. Beyza Ustun û Can Memîş di 25ê Îlona 2020an de polîsan ew desteser kiribûn.
Cîhan Erdal û endamên berê yên Lijneya Rêveberiya Navendî yên HDPyê jî di nav de tevlî 17 kesan di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de girtibûn. Buroya Lêpirsînên Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo 108 kesan îdianame amade kiribû û Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22yan ev îdianame qebûl kiribû.
Di îdianameyê de dozgerî 22 jê girtî, 6 jê bi şertê kontrola edlî serbest, ji bo her yek ji 108 kesan 38 caran cezayê miebeta girankirî xwestiye. Biryara zeftkirina 75 kesan dabû.
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn yê HDPyê jî di nava wan kesan de ye ku dozgerî ceza jê re dixwaze.
Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de ji bo Demîrtaşî biryarek dabû û gotibû ku “divê demildest tehliye bikin”. Piştî wê bi heşt rojan, di 30ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de îdianameya navborî amade bûbû.
Siyasetmedar hatin tohmetkirin
108 kes weke berpirsiyarê wan bûyeran nîşan dane ku di dema navborî de bûne. Ew tohmet wiha ne:
Dozgeriyê xwestiye ku bi tohmeta “têkbirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt” her yek ji wan carekê, bi tohmeta “kuştina mirovan” her yer 37 caran, bi tohmeta “hewldana kuştina mirovan” her yek 31 caran, bi tohmeta “talankirinê” her yek 24 caran, bi tohmeta “destdanîna ser” her yek 38 caran, “hewldana destdanîna ser” her yek hezar û 750 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malî” her yek 397 caran, bi tohmeta “ziyandana mal û milkên dewletê” her yek hezar û 60 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malê dewletê” her yek 503 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan” her yek 53 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan a bi şev” her yek 294 caran, bi tohmeta “diziya aşkere ya bi şev” her yek 26 caran, bi tohmeta “diziya aşkere” her yek 20 caran, bi tohmeta “diziyê” her yek 114 caran, bi tohmeta “diziya bi şev” her yek 272 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik” her yek 5 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a bi çekan” her yek 43 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi çekan” her yek 264 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi zanebûn” her yek 7 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn a karmendê dewletê ya di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn” her yek 78 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a karmendê dewletê” her yek 51 caran, bi tohmeta “binpêkirina azadiya karî û karkirinê” her yek 3 caran, bi tohmeta “ziyandana îbadetxaneyan” her yek 4 caran, bi tohmeta “bûye sedema jiberçûnê” her yek carek, bi tohmeta “şewitandina alayê” her yek 24 caran, bi tohmeta “mixalefeta li dijî yasaya hejmar 5816ê” her yek 25 caran û bi tohmeta “tehrîkirina sûcî” her yek 25 caran werin cezakirin.
Kesên dihat dadgehkirin
Figen Yüksekdağ, Sebahat Tuncel, Selahattin Demirtaş, Selma Irmak, Sırrı Süreyya Önder, Gülfer Akkaya, Gülser Yıldırım, Gültan Kışanak, Ahmet Türk, Ali Ürküt, Alp Altınörs, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Nazmi Gür, Ayla Akat Ata, Aysel Tuğluk, İbrahim Binici, Ayşe Yağcı, Nezir Çakan, Pervin Oduncu, Meryem Adıbelli, Mesut Bağcık, Bircan Yorulmaz, Bülent Barmaksız, Can Memiş, Cihan Erdal, Berfin Özgü Köse, Günay Kubilay, Dilek Yağlı, Emine Ayna, Emine Beyza Üstün, Mehmet Hatip Dicle, Ertuğrul Kürkçü, Yurdusev Özsökmenler, Arife Köse, Ayfer Kordu, Aynur Aşan, Ayşe Tonğuç, Azime Yılmaz, Bayram Yılmaz, Bergüzar Dumlu, Cemil Bayık, Ceylan Bağrıyanık, Cihan Ekin, Demir Çelik, Duran Kalkan, Elif Yıldırım, Emine Tekas, Emine Temel, Emrullah Cin, Engin Karaaslan, Enver Güngör, Ercan Arslan, Fatma Şenpınar, Fehman Hüseyin, Ferhat Aksu, Filis Arslan, Filiz Duman, Gönül Tepe, Gülseren Törün, Gülten Alataş, Gülüşan Eksen, Gülüzar Tural, Güzel İmecik, Hacire Ateş, Hatice Altınışık, Hülya Oran, İsmail Özden, İsmail Şengül, Kamuran Yüksek, Layika Gültekin, Leyla Söğüt Aydeniz, Mahmut Dora, Mazhar Öztürk, Mazlum Tekdağ, Abdulselam Demirkıran, Mehmet Taş, Mehmet Tören, Menafi Bayazit, Mızgın Arı, Murat Karayılan, Mustafa Karasu, Muzaffer Ayata, Nazlı Taşpınar, Neşe Baltaş, Nihal Ay, Nuriye Kesbir, Remzi Kartal, Rıza Altun, Ruken Karagöz, Sabiha Onar, Sabri Ok, Salih Akdoğan, Salih Müslüm Muhammed, Salman Kurtulan, Sara Aktaş, Sibel Akdeniz, Şenay Oruç, Ünal Ahmet Çelen, Yahya Figan, Yasemin Becerekli, Yusuf Koyuncu, Yüksel Baran, Zeki Çelik, Zeynep Karaman, Zeynep Ölbeci, Zübeyir Aydar.
(FY/AY)
