Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û şandeya pê re di çarçoveya serdanên xwe yên li Îzmîrê de serdana welatiyên ku ji şewata daristanê ya li herêma Çiyayê Yamanlar a li navçeya Karşiyakayê bi bandor bûne kirin.
Bakirhan di destpêkê de li Taxa Dogançaya navçeya Bayrakliyê ya ku şewatê lê bandor kiribû bi Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Zafer Levent Yildirim û muxtarê taxê re hevdîtin kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê mixtara taxê Arzû Nîsanê behsa bûyerê kir û daxwaza xwe ya ku bila herêm weke herêma karesatê were ragihandin anî ziman. Nîsanê diyar kir ku rast e rast ji şewatê bi bandor bûne û wiha got:
“Me ji şaredariyan û rayedaran alîkarî xwest. Piştî ku alîkarî nehat me di dawiyê de ji mirovan helalî xwest. Di nava çend deqîqeyan de me karî em ji nava şewatê derkevin.”
“Dê komîsyon ava bibe”
Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Zafer Levent Yildir jî diyar kir ku bi awayekî awarte banga civînê li Meclisa Şaredariyê kirine û da zanîn ku dê komîsyonekê ava bikin û hêj tespîta xesarê bi awayekî baş nehatiye kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin jî anî ziman ku şewat di dema xwe de nehatine vemirandin û kezebên Îzmîrê li ber çavan şewitî ne. Akin, destnîşan kir ku dibe bi zanebûn şewat hatibe derxistin û wiha got: “Mirov difikirin ku tê xwestin vê herêmê bikin qada rantê. Bajêr ber bi van deran ve tê û ev der bi nirx bûn.”
Bakirhan û kesên pê re pişt re bi Yildir re serdana taxên Onûr û Yamanlar kirin. Şêniyên taxan ji şandeyê re gotin ku li herêma şewatê pirsgirêka ava vexwarinê û ceyranê heye û xwestin pirsgirêk bên çareserkirin. Bakirhan ê guhdariya welatiyan kir jî destnîşan kir ku divê herêm weke qada afetê bê îlankirin. Şandeyê herî dawî serdana Sîteya Senayiyê ya Ornekkoy a Karşiyakayê kir.
Piştî serdanan Bakirhan û şandeya DEM Partiyê dê li Navenda Çandê ya Îsmet Înonu ya li Kulturparkê saet di 18.00’an de tev li aktîvîteya “Hevdîtina Ekolojiyê” ya dê bê kirin bibin.
(EMK/AY)