Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê - bakad ji armanca ku zimanê medyayê li dijî polarîzasyona civakî û cihêkariyê ji zimanê tûndkariyê paqij bike û feraseta rojnamegeriya mafparêz û zimanê aşitiyê belav bike, xebatek li jêr navê "Pusulaya Aştiyê" da destpêkirin.
Bakad di çarçoveya projeyê de 200 nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêre û zimanê van nûçeyan ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.
Koordînatorê Giştî yê Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê Atalay Goçer ji bo bianetê projeya "Pusulaya Aştiyê" nirxand.
Atalay bi bîr xist ku piştî Tîrmeha 2015an dema qonaxa ku bi navê "Pêvajoya Çareseriyê" ango "Pêvajoya Aştiyê" dihat binavkirin bi dawî bû, dîsa pevçûnan dest pê kir û di wê demê de biryarên siyasî yên wekî qedexekirina Meşa Rûmetê ya LGBTI+yan hatin girtin. Atalay diyar kir ku ev bûyer û yên weke vê cûdaxwaz in û du bendiyê çêdikin û dixwazin bi van sepanan civakê ji nû ve saz bikin. Em dibînin ku vê rewşê bandor li medyayê jî kiriye.
Atalay destnîşan kir û got: "Hin saziyên medyayê yên ku em dikarin weke medyaya serdest binav bikin, zimanê ku wê demê ji bo tûndkarî û dezenformasyonê bikar dianîn di atmosfereke siyasî ya weha de wan ew ziman û nêrîna xwe rewa kirin.
Atalay diyar kir ku di vê pêvajoyê de bandoreke neyînî li hin saziyên çapemeniyê yên alternatîf jî bûn û weha got:
"Her çiqas gihandina wan a ji bo beşên mezin ên civakê sînordar be jî, hin dezgehên medyayê dest ji feraseta xwe ya rojnamegeriya mafparêz kişandin û dest bi alîgiriyeke mixalifî kirin û dev ji bikaranîna zimanê aştiyê berdan. Her weha medya bû amûrek ji bo veguherîna civakî."
“Em çima vê hêza medyayê bi şêweyekî rast bi kar neynin? Em weke Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê, me xwest em ji bo zimanê medyayê li dijî polarîzasyona civakî û cihêkariyê ji zimanê tûndkariyê paqij bike û feraseta rojnamegeriya mafparêz û zimanê aşitiyê belav bike, gavek piçûk biavêje. Me hêz ji hewildanên berê yên ku di vî warî de hatine kirin, girt.”
Walîtiya Enqereyê KuirFest qedexe kir https://t.co/UCpGo43XnK pic.twitter.com/fUQQ6o8JWJ
— Barış İçin Kültürel Araştırmalar Derneği (@barisicinkultur) February 26, 2024
"Armanca me ew e ku feraseta rojnamegeriya mafparêz belav bikin"
Goçer diyar kir ku armanca wan ew e ku bi vê projeyê feraseta rojnamegeriya mafparêz û zimanê aştiyê belav bikin û wiha got: “Em vê projeyê di çarçoveya Bernameya ÎncEleyê de bi piştgiriya Sahne Projeyê ya Weqfa Ewropayê ya Tirkiyeyê birêve dibin. Em weke bakad di pêvajoya vê projeyê de lêgerîna nûçeyan dikin û 200 nûçeyan ji çavkaniyên kurdî û tirkî hildibijêrin û zimanê van nûçeyan ji nêrînên tûndkariyê, pêşdaraziyên zayendî û nijadperestîyê paqij dikin û di çarçoveya nûçegîhaniya mafparêz û zayendparêz de bi du zimanî diweşînin.
Li Iraqê rêjeya tûndkariya li hemberî jinan û zarokan ji sedî 55 e | bakad https://t.co/qXMyt3vE4D pic.twitter.com/341V9I7fVQ
— Barış İçin Kültürel Araştırmalar Derneği (@barisicinkultur) February 20, 2024
“Dema em vî karî dikin em ê li van tiştan baldar bin: Em ê bi zimanê xwe, tundkariya li jinan rewa nekin lê wan weke kesên ji mirinê filitîne nîşan bidin, em ê di fotografên nûçeyan de rûyên zarokan nîşan nedin, tiştên ku têkiliya wan bi nûçeyan re nînin em ê ji wan derbixin, dema em behsa faîlên tundkariyê dikin em ê beriya navên wan gotin û nirxandinên nîjadperest, zayendperest, homofobîk û transfobîk bikar neynin, kurt û kurmancî em ê nûçeyên rast biweşînin. Dema me nüce weşandin, em ê çavkaniyên nûçeyên xwe yên me zimanê wan guherandiye jî bicih bikin ku em nîşan bidin bê ka me berê pûsûlayê çawa daye aştiyê.”
Li Mereşê zarokek bi çarpîkan ji binê avahiyeke hilweşiyayî derket | bakad https://t.co/SxSAuJKqNG pic.twitter.com/EFqxD6Prnb
— Barış İçin Kültürel Araştırmalar Derneği (@barisicinkultur) February 20, 2024
"Berê pusulaya me li aştiyê ye."
Atalay, da zanîn ku di pêvajoya diyarkirina navê "Pusulaya Aştiyê" de bi hevalên xwe re gelek fikirîn û nîqaş kirin û wiha got: "Weke bakad nêrîna me aştiyeke mayînde, aştiyeke beşdarîxwaz û aştiyeke ku hemû derdorên civakê digire navxwe ye. Ji xwe berê pusulaya me her tim li aştiyê ye. Zimanê nûçeyan divê rêz li mafê aştiyê yê hemû beşên civakê bigire. Divê zimanê nûçeyan bikaribe derfetên jiyana bi hev re biafirîne. Divê di vî warî de veguherîna civakî pêk bîne.”
“Heke ev xebat bê berdewam kirin û ji aliyê derdorên curbecur ve were pejirandin û berbelav bibe, dê wê demê ax ji bo çandina aştiyê amade be. Ev hinekî azwer bû, lê em bi rastî bi vê motîvasyonê derketin rê. Rewşa heyî diyar e. Hêvî dikim ku em guhertinê bibînin."
Elewî ji bo daxwaza perwerdehiya laîk kom bûn https://t.co/1XRsuvq51L pic.twitter.com/pp520PcbTQ
— Barış İçin Kültürel Araştırmalar Derneği (@barisicinkultur) February 23, 2024
Derbarê bakadê de
Komeke aktîvîst, akademîsyen û hunermendên xebatên mafparêziyê dimeşînin û xwedî paşxaneya civakî ya sivîl in, di 1ê Îlona 2021an de li Amedê Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê – bakad ava kir. bakad armanc dike li ser esasê rêgezên beşdarîxwazî û berfirehiyê demokrasiyê qewîntir bike û aştiya civakî pêk bîne.
Komele bi xebatên xwe yên zanistî û hunerî yên ji bo fehmkirina paşxaneya binyadî û çandî ya newekheviyên civakî yên li ser nîjad, zayend, meyla zayendî/nasnameya zayendî, ol/bawerî, temen û aboriyê, hewl dide li Tirkiyeyê çanda aştiyê berbelav bike.
(AY)