Li bajarên herêmê yên weke Wan, Erzîrom, Erdexan, Mûş, Agirî û Colemêrgê ji ber barîna berfa zêde rêyên bi sedan jîngehan hatine girtin.
Ji ber berfa zêde ya li Wan û navçeyên wê bariyayî, rêyên 254 jîngehan hatine girtin. Ji ber barîna berfê û bagerê li Miksê rêyên 72 jîngehan, li Elbakê yên 37an, li Şaxê yên 90’an, li Erdîşê yên 8’an, li Westanê yên 12an, li Payîzavayê yên 35an û bi giştî rêyên 254 jîngehan hatine girtin. Ji bo vekirina rêyan xebat hatine destpêkirin.
Li Colemêrg û navçeyên wê jî berfeke zêde bariya û ji ber berfê rêyên 365 jîngehan hatine girtin. Li bajêr hêj niha jî berf dibare û rêyên deverên çoltarê hatine girtin.
Li Agiriyê jî ji ber berfê û bagerê rêyên 86 gundan hatine girtin. Li Qersê jî berfeke zêde bariya û ji ber berfê li navçeya Zerûşadê 3, li Dîgorê 10, li Qamuşanê 4 û li navçeya Sêlimê 21 û bi giştî rêyên 38 gundan hatin girtin. Yek ji bajarên ku bi roja ye berf lê dibare jî Bedlîs e. Li bajar ji ber berfê rêyên 82 gundan hatin girtin.
Berfê li Mûşê bandoreke mezin li ser xelkê kir. Ji ber barîna berfê rêyên 212 gundan hatin girtin û heta niha rêyên 98 gundan hatine vekirin. Li Erziromê jî rêyên gelek gund û taxan hatin girtin.
Ev du roj in li Erdexanê jî berf dibare. Ji ber berfê, rêyên gelek jîngehan hatin girtin û li navenda bajêr zêdetirî 30 santîmên berfê bariyaye.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê