Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bajarê stranek ji bo Jîna Amîniyê çêkiriye ku piştî "polîsên exlaqparêz" ew kuştin, li Îranê xwenîşandan dest pê kirin û hîna jî dewam dikin.
"Polîsên exlaqparêz" di 13ê Îlonê de Jîna Mahsa Amînî desteser kiribû. Li qereqolê ji ber kiryarên xirab, tenduristiya Jîna Mahsa Amîniyê nebaş bûbû. Amînî di 16ê Îlonê de miribû. Piştî mirina wê li seranserê Îranê, xwenîşandan dest pê kiribûn.
Navê stranê "Rabe" ye. Vedat Yildirim vokalîstê komê, hin gotin li ser gotinên strana Şivan Perwerî ya bi navê "Kîne em" zêde kirine ku Perwerî ev stran ji ber helbesteke Cegerxwînî amade kiriye.
Her weha di beşekî de jî gotinên strana Şivan Perwerî ya bi navê "Hevalê bargiran im" guherandiye. Yildirimî muzîka ku Şivan Perwerî çêkiriye, ji nû ve saz kiriye û di vê stranê de bikar aniye.
Di klîbê de, komê vîdeoyên xwenîşandanan ên li Îranê dewam dikin, bikar anîne.
Rabe
"Ba û bahoz lê rabû
Lehiya pîroz lê rabû
Mij û dûman xemiland
Ala me gelan hilbû
Rabe hey
Ev rejîmên xwîn xwar
Bila'j holê de rabe
Agir û pêtin rabûn
Em in ew gela
Em in ejderha
Serbilid in Destdirêj in"
(FD)