Fotograf: Evrim Kepenek / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 25ê Çiriya Paşiyê Roja Têkoşîn û Piştgiriyê ya Navnetewî ya li dijî Tundkariya li ser Jinan de jin wê derkevin kolanan û bibêjin, “Ji bo mafên xwe, jiyana xwe û ji hev re em ê di 25ê Çiriya Paşiyê de li kolanan bin.”
Bajar û dema çalakiyan wiha ne:
Stenbol
- Li Stenbolê çalakiya mezin wê li Kadikoyê pêk were. Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê wê jin saet di 19.30 deqîqeyan de li ber îskeleya Beşîktaşê ya li Kadikoyê bicivin.
Enqere
- Platforma Jinan a Enqereyê wê saet di 18.00ê de li ber avahiya Şaredariya Çankayayê bicive.
Îzmîr
- Platforma Jinan a Îzmîrê saet di 18.30 deqîqeyan de wê li ber avahiya Halk Bankê ya Alsancakê bicive.
Eskîşehîr
- Platforma Jinên Demokratîk a Eskîşehîrê wê saet di 18.30 deqîqeyan de li ber Esparka li ser Kolana Zanîngehê kom bibe û ber bi Adalar Migrosê ve bimeşe.
Bûrsa
- Platforma Jinan a Bûrsayê wê saet di 18.30 deqîqeyan de li Qada Formarayê bicive.
Edene
- Platforma Jinan a Edeneyê wê saet di 18.00ê de li ber Parka Heykelliyê bicive û ber bi Parka Ataturkî ve bimeşe.
Dîlok
- Platforma Jinên Demokratîk a Dîlokê wê saet di 15.30 deqîqean de li Parka Balikê bicive.
Mêrsîn
- Platforma Jinan a Mêrsînê wê sae di 18.00ê de li Kolana Kushimato were ba hev.
Çanakkale
- Jinên çanakkaleyî wê saet di 18.00ê de li Kolana Mumtaz Pirinçcilerî werin ba hev.
Samsûn
- Jinên samsûnî wê saet di 18.00ê de li ber Kluba Navendê werin ba hev.
Ji bilî çalakiya Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê, li Stenbolê “Inîsiyatîfa Takîmê ya 25ê Çiriyê” bangewaziyek kiriye û xwestiye jin saet di 19.30 deqîqeyan de li Qada Taksîmê bicivin. (EMK/FD)
* Çavkanî: sendika.org