Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî ê Partiya Tevgera Netewperest(MHP) îro (26ê Çiriya pêşiyê) di komcivîna parlamentoyê de axiviye.
Bahçelî têkildarî daxuyaniya 10 balyozxaneyan ku li Tirkiyeyê ne ya derbarê Osman Kavala, karsaz û mafparêz de gotiye, “Balyozan sabotaj li dijî rûmeta demokrasiye, serweriya hiqûqê, serbixwebûna darazê pêkaniye.”
Bahçelî ji bo Kavalayî gotiye, “Qasidê Sorosê ye. Kavala fitnekar, têkdan û fînansorê bûyerên Parka Geziyê ye. Kavala kesekî gumanbare ku di 15ê Tîrmehê de li Buyukada ya Stenbolê di nav tora têkilî û têkiliyên sîxûran de cih digire.” Her weha Bahçelî destnîşan kiriye ku divê Dadgeha Destûrî were girtin.
Bahçelî derbarê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) ya têkildarî Kavalayî de jî gotiye, “Di destê welatên rojava de bûye koz”
Çi bûbû?
Ji bo karsaz Osman Kavala serbest bibe, balyozên 10 welatan daxuyaniyeke hevbeş weşandibû.
Balyozxaneya DYAyê daxuyaniya navborî li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandibû û wiha gotibû:
“Em weke Balyozxaneyên Almanya, DYA, Danîmarka, Fînlandiya, Fransa, Hollanda, Swêd, Keneda, Norwêc û Zelandaya Nû, wisa difikirin ku divê li gorî hevsengiya di navbera berpirsiyariyên Tirkiyeyê yên navnetewî û qanûnên wê yên milî de, ev doz bi awayekî adilane û bi lez û bez encam bide. Ji bo Osman Kavalayî li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên derbarê vê mijarê de demildest serbest bike, em bang li Tirkiyeyê dikin.”
Piştî vê daxuyaniyê Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyeyê bang li her 10 balyozan kiribû. Wezaretê di 19ê Çiriya Pêşiyê de daxuyaniyek weşandibû û wiha gotibû: “Ji wan re hatiye gotin ku ev daxuyaniya bêhed nayê qebûlkirin, ev daxuyaniya ku dixwaze pêvajoyên hiqûqî bike siyasî û hewl dide zextê li ser daraza tirkan bike nayê qebûlkirin, daxuyaniya navborî li dijî serweriya hiqûqê, demokrasî û serxwebûna darazê ye ku Balyoz îdia dikin û dibêjin ew van tiştan diparêzin.” (DŞ/AY)