MIDAXELEYA POLÎSAN A LI DIJÎ WEQFA FÛRKAN
Bahçelî: Polîsên Tirk wezîfeya xwe kirine

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest(MHP) di komcivîna partiya xwe de axiviye.
Bahçelî weke hefteya borî vê carê jî Yekitiya Doktorên Tirkan weke hedef nîşan daye.
Bixwîne-Devlet Bahçeliyî TTB ji xwe re kiriye hedef
“Yek gotineke me ji bo doktorên Tirk ên hêjayî hezkirin û hurmetê ne nîne û wê çênebe jî. Lê belê li ku derê lenet hebe, Seroka Komeleya Doktorên Tirkan û rêveberiya wê li wir in. Evana kêmîneke ku mixalifê millet û dewletê ne.”
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPê derbarê midaxeleya polîsan a li dijî Weqfa Fûrkanî jî weha gotiye:
"Polîsên Tirk wezîfeya xwe pêkanîne û hêza cezayên dewleta Tirk nîşanî komeke xwe weke Misilman nîşandane û kêmaniyeke biçûk a dixwaze kolanan tevlihev bike, daye. Ez hemû hêza me ya polîsan pîroz dikim û bi taybetî her polîsekî me yên ku Edeneyê wezîfedar in maç dikim.”(AO/AY)
DEM Partiyê Cejna Ekîtoyê pîroz kir

Xwedekarên zanîngehê dê sibê çalakiya ‘boykota aboriyê’ li dar bixin

Komîsyona Ewropayê ji ber girtina Îmamoglû hevdîtina xwe ya bi Fîdan re betal kir

Li Amedê Egîtîm Sen wê 'Komxebata Perwerdeya bi Zimanê Zikmakî' li dar bixe

Li Tartûs û Humsê 4 jê zarok 12 sivîl hatin qetilkirin