Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî xwest ku mafê parlamenterê ji Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) yê Hatayê Can Atalayî bê wergirtin.
Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya Parlamentoyê de axivî û behsa biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê Can Atalayî û daxwaza Dadgeha Bilind a derbarê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn de kir.
Bahçeliyî biryarên ku Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê HDPyê û siyasetmedarên kurd de dane bi bîr xist û got, “Daraz ne di bin wesayeta Dadgeha Destûra Bingehîn de ye.”
Bahçeliyî pesnê endamên Beşa 3yan a Cezayan a Dadgeha Bilind da ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê binpêkirinên mafên Can Atalayî de pêk neaniye û got, “Beşa 3yan a Cezayan a Dadgeha Bilind erka xwe bêkêmasî bi cih aniye.”
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeliyî, Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zuhtu Arslan jî kir armanc û heqaret lê kir: “Ez tînim bîra Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn ê serê wî jehrî bûye, li Tirkiyeyê cudabûna hêzan zelal bûye. Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn destê tifaqa zivarî yê bi nexweşiyê ketiye yê di nava daraza bilind de hêlîna xwe çêkiriye.”
Bahçeliyî diyar kir ku bila "Serokê Destûra Bingehîn biçe Qendîlê."
(RT/FD)