*Bafil Talebani û Éric Chevallier (Fotograf: PUKmedia)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Karvedanên êrîşa Balafirxaneya Erbetê ya Silêmaniyê berdewam in. Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebaniyî li Bexdayê derbarê vê êrîşê de çendîn hevdîtin pêk anî.
Di 18ê Îlonê de balafireke bêmirov a biçek êrîşî Balafirxaneya Erbetê ya Silêmaniyê kiribû. Di encamê de 3 Pêşmergeyên YNKyê can dabûn.
Talebanî roja 20ê Îlonê bi Serokê Encûmena Bilnid a Dadwerî ê Iraqê Faîk Zeydaniyî re civiya. Li gorî nûçeya ku PUKmediayê ji çaqemeniya Encûmena Dadweriyê ragihandiye, di civînê de her dua liyan behsa mekanizmaya pêşkêşkirina gilî û girtina tedbîrên yasayî derbarê êrîşa li balafirxaneya Erbetê kirine.
Talabiniyî got: “Erka me hemûyan e ku em sînorên welat biparêzin û li dijî binpêkirinan derkevin. Divê aramiya xaka me û welatê me nexin texeterê û sînorek ji van êrîşan re deynin.”
Talebanî duh jî li Bexdayê bi Balyozê Fransa û Ingilistanê yên Iraqê civiya.
Di dema hevdîtina bi Balyozê Fransayê Eric Chevalierî de pêşketinên siyasî û emnî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê û parastina aramiyê û rûbirûbûna metirsiyan gotûbêj kirin. Her du aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku bi awayekî bi hevkariya rasteqîne û mafên hemû aliyan li ber çavan bê girtin. Bafil Talebaniyî liv ir got: “Êrîşên firokeyên bê firokevan û binpêkirina serweriya welat, aramiya navçeyê dixe ber metirsiyan.” Talebaniyî bang li civaka navdewletî û bi taybet dewletên endam yên di hevpeymaniya navdewletî de ku beşdarî şerê dijî terorê bûne kir û ji wan daxwaz kir ku li hember vê rewşê bêdeng nemînin.
Talebaniyî dema bi Balyozê Ingilistanê yê li Bexdayê Stephen Hitchenî re jî civiya dîsa behsa heman mijarê kir û "ji bo her cûre êrîşên aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê bixe xetereyê bên astengkirin" alîkarî xwest.
Çi bûbû?
Di 18ê Îlonê de li Herêma Kurdistanê, li dijî Balafirxaneya Erbetê, bi balafireke bêmirov a biçek êrîşek pêk hat. Di encamê de 3 endamên saziya Dijterora Kurdistanê can dan. CTG Kurdistan, ango Dijterora Kurdistanê, bi ser Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) ve girêdayî ye.
Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yeyha Resûlî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek weşand û gûman bir ser Tirkiyeyê.
Resûlî diyar kir ku duh (18ê Îlonê) saet l iderdora 17.00ê de barafireke bêmirova a biçek ji sînorê Tirkiyeyê kete nav qada asmanî ya Iraqê û Balafirxaneya Erbetê bombebaran kir.
Li gorî daxuyaniya Resûlî "di encamê de 3 endamên dijeterorê canê xwe ji dest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn."
Serokomariya Iraqê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û ji ber êrîşê, Tirkiye şermezar kir.
Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyeyê, daxuyaniyeke nivîskî derbarê mijarê de weşand û got ku "careke din pesend bûye ku bê ka tedbîrên me yên ji bo Silêmaniyê hatine wergirtin çiqas di cî de ne." Di heman daxuyaniyê de hate îdiakirin ku tevî hêzên Pêşmerge yên YNKyê, endamên YPGyê jî li wir perwerde didîtin.
Piştî vê daxuyaniyê, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kubad Talebaniyî daxuyaniyek da û got, "Yên li Erbetê hatin kuştin Pêşmergeyên Kurdistanê bûn, ti hêzeke din nebû." (VC/FD)