Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî, Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî û Nûnerê Taybet yê DYA'yê Tom Barrack li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê civiyan.
Di civînê bicihkirina peymana 29’ê Çileyê ya navbera HSDê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û dawîanîna astengiyên li pêşiya peymana hate gotûbêjkirin.

Di civînê de aliyan diyar kirin ku divê Şam rêzê li tevahiya pêkhateyan bigire. Herwiha hate gotin, ewê alîkariya Sûriyeyê bikin daku li herêmê û di nava civaka navneteweyî de bibe welatekî avaker.
Civîna Ebdî û Bafil

Berî civîna bi Barrack re Bafil Talebanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî li Debaşana Silêmaniyê civiyan. Endamê Polîtburoya YNKyê Qubad Talebanî jî di civînê de amade bû.
Li gorî nûçeya Rûdawê Aliyan rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî behsa beşdariya xwe ya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê kir û guherînên dawî yên li Sûriyeyê rave kirin.
Mezlûm Ebdî ji bo helwest û piştgiriya wan a di têkoşîna li dijî terorê de spasiya YNKyê kir.
“Em dê piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bidomînin”

Serokê YNKyê Bafil Talebanî jî diyar kir ku ew dê piştgiriya Rojavayê bidomînin û gotibû:
“Heta ku Sûriye bibe welatek ku hemû kes tê de bibe xwedî maf û nûnertiya xwe em dê piştgiriya xwe bidomînin.”
Talebanî her wiha destnîşan kir ku divê hikûmeta Sûriyeyê rengvedana hemû pêkhateyên civakê be.
(AY)

