Bafil Talebanî, Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandiye, ku ew bi vîrusa Covîd-19ê ketiye û rewşa tenduristiya wî baş e.
Bafil Talebanî, Hevserokê YNKê aşkere kiriye, ew bi Covîd-19ê ketiye, wî jî weke herkese ku bi nexweşiyê ketine xwe girtiye karantînayê û tedbîran pêktîne.
Talebanî ji xelkê herêmê xwestiye, xwe li nexweşiyê biparêzin û tedbîran cîbicî bikin da ku em bikaribin rê li belavbûna nexweşiyê bigirin.
Demeke berê Lahûr Şêx Cengî jî bi Covid-19ê ketibû
Lahûr Şêx Cengî, Hevserokê din ê YNKyê di 11ê Tebaxê de aşkere kiribu ku ew bi vîrusa Covid-19ê ketiye.
Lahûr Şêx Cengî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotibû ew bi Covid-19ê ketiye. Lahûr Şêx Cengî diyar kiribû ku ew jî weke her welatiyekî asayî yê welat tûşî vîrusê bûye.
Her weha li Herêma Kurdistanê heta niha 26 hezar û 801 kes bi vîrusa Covîd-19ê ketine û 981 kes pê mirine. Heta niha 16 hezar û 243 kes jî baş bûne. (AY/FD)
*Çavkanî: Pukmedia