Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî li ser hesabê xwe yê platforma medyaya dijîtal Xê peyamek parve kir û bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.
Bafil Talabanî wiha got:
“Tiştên ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diqewimin nayên qebûlkirin û divê werin rawestandin. Em van kiryarên hovane yên li dijî gelê Kurd bi tundî şermezar dikin.
Gelê Kurd bêdeng namîne. Rojava di şerê li dijî DAIŞê de bi hezaran kur û keçên xwe winda kirin, cîhan parastin û bedelên giran dan. Ew hêjayî rêz, rûmet û parastina rastîn in.
Ez bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û gelê Amerîkayê dikim ku bê dudilî û bi berpirsiyarî tevbigerin da ku sivîlan biparêzin û aramiyê vegerînin.
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
کوردی | Kurdî | عربي | ENG
— Bafel Jalal Talabani (@Bafeltalabani) January 20, 2026
ئەوەی لە سوریا و رۆژئاوای کوردستان دەگوزەرێت مایەی قبوڵ نییە و دەبێت بوەستێنرێت. ئێمە بە توندی ئیدانەی ئەم کردەوە بەربەرییانەیە بەرامبەر بە گەلی کورد دەکەین.
گەلی کورد بێدەنگ نابێت و چاوپۆشی ناکات.
رۆژئاوا هەزاران کوڕ و کچی خۆی لەدەستدا لە شەڕی دژی… pic.twitter.com/1f5eeXzd7i
(AY)

