Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Ofîsa Cenêvê ya NYyê 39emîn danişîna Konseya Mafên mirovan a Neteweyên Yekgirtî çêbûye. Michelle Bachelet, Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a nû ya Neteweyên Yekgirtî (NY) îro cara pêşiyê li di vê civînê de axivî ye.
Bavê Bacheletê weke siyasetmedarekî li Şiliyê, di dema rejîma Augusto Pinochetî de hatiye girtin û li girtîgehê miriye. Bacheleta ku serokdewleta berê ya Şiliyê ye di axavtina xwe ya pêşiyê de behsa pirsgirêkên penaberan kiriye.
Bacheletê gotiye ku, “Peymana Koçberiyê ya Kureyî hêvî dike koçberiyê baştir û bibandordir birêve bibe. Peyman wê meha Kanûna Pêşiyê bê qebûlkirin.” Bacheletê di serî de DYA, welatên din ji ber polîtîkayên wan ên derbarê koçberan de rexne kiriye û wiha berdewam kiriye:
“Polîtîkayên mîna lêkirina dîwaran, retkirin û binpêkirina mafên bingehîn ên koçberan, belavkirina xof û tarsa di nava koçberan de, ji hev cidakirina malbatan û destdanîna ser wan, astengkirina mafên mirovan, qutkirina programên entegrasyonê, çareseriyên demdirêj ava nakin, tenê dijminatî, perîşanî û kaosê çêdikin.”
“Li Idlibê wê bandoreke neyênî li ser sivîlan çêbibe”
Bacheletê got ku, “Êrîşeke li ser Idlibê wê bandoreke neyênî li ser bi milyonan sivîlên li vir çêbike”.
Bacheletê behsa Rapora Misyona Lêkolîna Serbixwe ya ji bo Myanmarê ya Navnetewî jî kiriye ku NYyê ev sazî ava kiriye. Bacheletê behsa vê raporê kiriye û gotiye; di raporê de hatiye aşkerekirin ku li Myanmarê li dijî Misilmanan sûcên şerî û yên li dijî mirovahiyê hatine kirin. Her weha delîlên gelekî xurt hene ku li vir qirkirin çêbûye.”
Çînê bertak nîşan dabû ku Bachelet weke Komîsera Mafên Mirovan bê tayînkirin.
39emîn civîna Konseyê wê sê hefteya berdewam bike û 28ê Îlonê biqede. Di vê civînê de wê raporên li ser Sûriye, Yemen; Myanmar, Filistîn, Sûdana Başûr, Somalî, Libya û Komara Kongo ya Demokratîk bên nîqaşkirin. (PT/FD)