Fotograf: Rûdaw
Baba Şêx, Rêberê Olî yê Ezidiyan duh di saetên êvarê de li nexweşxaneyekî Hewlêrê koça dawî kiriye.
Baba Şêx Rêberê (Xerto Hacî Îsmaîl) duh di saetên êvarê de li nexweşxaneyekî Hewlêrê di 87 saliya xwe de ji ber nexweşiyek dijwar koça dawî kiriye.
Baba Şêx roja sêşemê dema nexweşiyê lê bandor kiribû, biribûn nexweşxaneya Duhokê. Piştre ji ber ku rewşa wî xiraptir bûye ji bo nexweşxaneyekî Hewlêrê hatibû veguhestin. Her weha Baba Şêx nexweşiya gurçikan pê re hebûye û bandor li dile wî kiriye.
Termê Baba Şêx li Bozanê, gundê Şêxanê wê bê binaxkirin
Hatiye diyarkirin terme Babe Şêx, Rêberê Olî yê Êzidiyan îro li Hewlêrê ji bo Şêxanê hatiye oxirkirin û bi merasîmeke taybet wê li Bozanê, gundê Şêxanê bê binaxkirin.
Her weha li herêmê 3 rojan û li Şêxanê jî 7 rojan wê şîn ji bo Babê Şêx bê girêdan.
Peyamên sersaxiyê
Mesûd Barzanî: Baba Şêx hêmayeke olî û menewî bû
Mesûd Barzanî bi mebesta mirina Babe Şêx, Rêberê Olî yê Ezidîyan peyamek belavkiriye û weha gotiye:
“Baba Şêx kesayetiyeke olî yê diyar û niştimanperwerê Kurdê Êzdî bû ku di hemû rewşek de sedema xêrxwazî û çareserkirina kêşeyan bûye li nav xûşk û birayên me yên Êzidî û ji bo belavkirina tebayî û pêkvejiyanê kêmasî nekiriye. Di heman demê de jî Baba Şêx hêmayeke olî û menewî bû û bi taybetî jî li rewşa niha da ji dest dana wî ziyaneke mezin e.”
Nêçîrvan Barzanî: Babe Şêx hemû jiyana xwe bo xizmeta Kurdên Êzidî terxan kiriye
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê bi sedema koça dawî a Baba Şêx peyameke sersaxiyê belav kiriye û destnîşan kiriye, “Baba Şêx wek rêber û mezinê ola Êzidyan jiyana xwe ji bo xizmeta Êzdiyatiyê terxan kir û salên dûr û dirêj ên jiyana xwe di karûbarên olî û civakî de derbar kir û rola wî ya berçav ji bo pêkvejiyan û hevqebûlkirinê hebû û şûndestê kar û xizmetên wî her dimîne.”
Mesrûr Barzanî: Baba Şêx xwedî pêgeheke girîng bû
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber mirina Şêx Baba, Rêberê Olî yê Êzidiyan peyama sersaxiyê weşandiye û weha gotiye:
“Baba Şêx kesayetekî diyar û xwedî pêgehekî giring bû li Herêma Kurdistanê û cîhanê. Herwaha rolekî berçav jî di pêşxistina pêkvejiyana olî li Herêma Kurdistanê hebû. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wî bi biheştê şad bike û aramî û sebrê bide hemû aliyan”
Hêro Îbrahîm Ehmed: Bandora rola Baba Şêx li ser niştiman û bihêzkirina çanda pêkve jîyanê hebû
Hêro Ehmed Îbrahîm, endama polîtburoya YNKyê di peyama sersaxiyê de diyar kiriye gotiye, “ Baba Şêx şexsiyetekî diyar ê ola Kurdistanê bû. Bandora rola Baba Şêx li ser niştiman û bihêzkirina çanda pêkve jîyanê hebû.
Derbarê Baba Şêxî de
Li Şêxan ji dayik bûye. Ji binemala Şêx Fexredî Kurdî Edî ye. Navê wî Şêx Xirto Hecî Îsmaîl e di nav gel de weke Baba Şêx tê binavkirin. Babe Şêx sê caran zewiciye û 10 zarokên wî hene.
Baba Şêx ji 1995ê vê serpereştî û xizmetê ji bo dînê Êzidiyan dike.Babe Şêx, berpirsê karûbarên dînî yê Êzidiyan bû û ew xwedî otorîteya herî bilind yê Êzidiyan bû. Babe Şêx di heman demê de berpirsê dibistana Laleşê bû.(AY/FD)
*Çavkanî: Pukmedîa, Rûdaw, K24, GelîKurdistan TV