Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Navenda Xebatên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Kadîr Hasê encamên sala 2019ê ya “Lêkolîna Nêrîna Civakê YA Li Ser Polîtîkaya Derve ya Tirkan” aşkere kiriye.
Li gorî lêkolînê, civaka Tirkiyeyê herî zêde Azerbeycanê weke dost dibîne. Têkiliya bi DYAyê re weke pirsgirêka herî mezin a polîtîkaya derve ya tirkan hatiye nirxandin.
Ji bo xebatê li 26 bajaran bi hezar kesan re hevdîtin hatiye kirin ku temenê wan di jora 18an de ye. Ji sedî 27ê beşdaran xwe weke ‘oldar’ bi nav kiriye. Ji sedî 23,5 gotiye nasnameya min ‘neteweperest’, ji sedî 18,5 ‘Komarparêz/Kemalîst’, ji sedî 10,4 ‘Mihafezekar’, Ji sedî 9,5 ‘Sosyal Demokrat’, ji sedî 3,8 ‘Sosyalîst’, ji sedî 2,4 jî ‘Neteweperwer’ e.
“Têkiliya bi DYAyê re pirsgirêkeke mezin e”
Di lêkolînê de hatiye pirsîn ku “Li gorî nêrîna we pirsgirêka herî girîng a polîtîkaya derve ya tirkan kîja ye? Ji sedî 20,6ê beşdaran gotiye têkiliyên bi DYAyê re. Ji sedî 18,3ê jî gotiye “terora li derveyî sînor”.
Şerê navxweyî ya Sûriyeyê îsal di rêza sêyem de bûye ku par bi rêjeya ji sedî 26,0ê weke pirsgirêka herî girîng dihate dîtin.
Di mijara kirîna sîstema berevaniyê ya ji Rûsyayê, ji sedî 44ê beşdaran gotiye ku digel aciziya NATOyê divê bê kirîn. Ji sedî 24,9an gotiye bila neyên kirîn.
Ji sedî 46an gotiye Tirkiye welatekî Îslamî ye
Ji sedî 46ê beşdaran gotiye Tirkiye welatekî Îslamî ye û ev bersiv di rêza yekem de cih girtiye. Ji sedî 17,6ê diyar kiriye ku Tirkiye welatekî Ewropayê ye, ji sedî 16,3yan jî gotiye Tirkiye welatekî Rojhilata Navîn e.
Ji bo pirsa “Kîja welat dostê herî nêzîk ê Tirkiyeyê ye?” beşdaran di bersivên xwe de gotiye Azerbaycan ji sedî 65,3. Azerbaycan sala 2018 ji sedî 59,0ê deng wergirtiye. Li dû Azerbaycanê Komara Tirkan a Qibrisa Bakûrî û Komarên Tirkan ên Asyaya Navîn tên.
DYA yekem welatê ku ji bo Tirkiyeyê tehdît hatiye dîtin ku ji sedî 81,3yê beşdaran bi vî awayî difikirin. Ev rêje par ji sedî 60,2 bû ye.
Dîsa ji sedî 70,8ê beşdaran Îsraîlê weke tehdît dinirxîne ku ev hejmar par 54,4 bû ye.
Ji sedî 39,4an DYA weke “welatekî ku bawerî pê nayê” nirxandiye. Ji sedî 22,6an jî DYA ‘welatekî mêtinger’ nirxandiye.
Ji sedî 60,5an gotiye pirsgirêka herî girîng a di navbera Tirkiye û DYAyê de ‘têkoşîna li dij terorê ye’, ji sedî 37,3 jî ‘piştgiriya DYAyê ya ji bo PYDyê’ pirsgirêka herî girîng diyar kiriye. (HA/FD)