Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Berevaniya Azerbaycanê di daxuyaniya xwe ya îro de eşkere kir ku derdora seat 11.45an çeperên artêşa Azerbaycanê yên li ser rêya Ağdamê ya Qerebaxê bi top û çekên cûreyên wan cuda ji aliyê hêzên Ermenistanê yên “neqanûnî” ve rastî êrişê hat.
Her weha wezaretê ragihandiye ku wan operasyon “ji bo avadaniya makeqanûnî tesîs bikin” dane destpêkirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Anadoluyê ve hat belavkirin de hatiye destnîşankirin ku di encama êrişê de 2 leşker birîndar bûne û yekîneyên artêşa Azerbaycanê jî bersiva êrîşan dane.
Rojnameya Agosê jî ragihand ku li Stepanakert a paytexta Qerebaxê sîren lêdidin û Azerbaycanê jî dest bi êrişa bi topan kiriye.
(TY/AY)