Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku şeva borî (18ê Tebaxê) leşkerên Ermenîstanê çeperên Azerbaycanê yên li Kelbecerê gulebaran kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, saet derdora 23.50an de li gundê Zerkend a bajarê Basargeçerê li çeperên Ermenistanê ji bo çeperên Azerbaycanê ên li gundê Demirçîdama Kelbecerê gule hatiye reşandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leşkerên Azerbaycanê jî bersiva êrîşê dane.
Daxuyaniya Ermenistanê
Li gorî nûçeya Armenia Newsê, Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê red kir.
Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê ragihand ku daxuyaniya Azerbaycanê ya têkildarî êrişê rast nîne.
Serokwezîriya Ermenîstanê ji bo lêkolînkirina binpêkirinên agirbestê û/an jî agahiyên pêwendîdar avakirina mekanîzmayeke hevpar a Ermenistan û Azerbeycanê pêşniyar kiribû. (TY/AY)