Azerbaycanê hejmara leşkerên xwe yên ku di operasyona leşkerî ya 19ê Îlonê ya li Karabagê de mirine aşkere kir.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Azerbeycanê Azertacê, di operasyona 2 rojan de 180 jê personelê Wezareta Parastinê û 12 jê personelê Wezareta Karên Navxweyî bi tevahî 192 leşkerên Azerbaycanê mirine.
511 leşkerên Azerbaycanê jî birîndar bûne
Hat ragihandin ku di operasyona navborî de 511 eskeren Azerbaycane birindar bun.
Li gorî daxuyaniyê, di operasyonê de di encama gulebarana hêzên Ermenistanê de sivîlek miriye û sivîlek jî birîndar bûye.
(NT/AY)