Azad Barişê HDPyî: Em naçin ti deran
![Azad Barişê HDPyî: Em naçin ti deran](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/206/062/original/hdp.jpg)
Haberin Kürtçesi / İngilizcesi için tıklayın
Rêxistina bajarê Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komisyona Gelan û Baweriyan a HDPyê bertek nîşanî gotinên Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî dan ku gotibû, “heke hûn dixwazin, li Bakurê Iraqê Kurdistan heye. Bicehimin û herin li wir”. Rêxistina Stenbolê û Komisyonê li Taksim Hill Hotelê civîneke çapemeniyê li dar xistn.
Erdoganî di dema xebatên hilbijartina herêmî de li Artîvênê axivî ye û wiha gotiye: “Ev hilbijartin hilbijartina man û nemanê ya welatê me ye. Li welatê me herêmek bi navê Kurdistanê nîne. Heke ku hûn dixwazin li Bakurê Iraqê Kurdistan heye. Bicehimin biçin li wir”.
Azad Bariş, Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDPyê yê ji Çapemenî û Propagandayê Berpirse, Edîp Arslan, Alîkarê Serokê Komeleya Piştgirî û Çandê ya Mezopotamyayê ya ku suryaniyan li Stenbolê ava kiriye, Huseyîn Ozcan û Nergîz Guzel ji Komeleya Elewiyan a Demokratîk, ji HDPyê Aylîn Hacaloglû, ji Federasyona Komeleyên Rojhilat û Bakurrojhilatê Anadolûyê Abdulhakîm Daş û ji Komeleya Zanayên Olî Şukru Aslan beşdarî civînê bûn.
Bariş: Em naçin ti deran
Azad Bariş, di civînê de axivî û got ku li hemberî gotinên nîjadperestî yên Erdoganî, ew li ser navê hemû gelên bi paş hatine hiştin, li ser navê hemû gelên bindest, dixwazin sekna xwe bînin ziman.
Barişî got, malên me, çîrokên me, hezkiriyên me, gorên me hemû li ser vê xakê ne û ew ê neçin ti deran. Barişî diyar kir ku kokên wan li vê xakê ye û wiha berdewam kir; “Ne hedê ti kesî ye ku wan kokan jê bikin û ji vir bavêjin”. Barişî her weha bibîr xist ku ew bi xwe jî êzidî ye:
“Gefên Erdoganî ne tenê li ser HDPyiyan, kurdan e. Li ser hemû gelên ku li ser vê xakê dijîn. Em ê li ser xaka Kurdistanê bijîn, lê li Kurdistana li vir”. (HA/FD)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)