Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ayten Ozturka ku di doza tê de dihate dadgehkirin tehliye bûbû û biryara zindanîkirina li malê ji bo wê dabûn, piştî îtîraza dozgerî careke din hatiye desteserkirin.
Ozturk di 10ê Hezîranê de li 3yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatibû dadgehkirin û tehliye bûbû. Dozgerî di 11ê Hezîranê de li dijî vê biryarê daxwaza desteserkirina wê kiribû.
4em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di 14ê Hezîranê de biryara zeftkirina Ozturkê daye.
Buroya Hiqûqê ya Gelî derbarê mijarê de daxuyaniyek daye û wiha gotiye: “Ev biryara zeftkirinê ya di 14ê Hezîranê, roja Mafê Dadgehkirina Adil de dane, careke din nîşan daye ku li vî welatî edalet nîne. Îşkenceya ku 6 meh in bûye, bi biryarên dadgehan dewam dikin.
Parêzeran di heman daxuyaniyê de ev zanyarî dane: “Miwekila me Ayten Ozturk duh saet di 23.50 deqîqeyan de bi hinceta ku biryara zeftkirina ji bo wê heye li mala lê dima bi awayekî dijhiqûqî hatiye desteserkirin.”
Ayten Ozturk îro wê li 4em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derkeve pêşberî heyeta dadgehê.
Seda Şaraldi, parêzera Ozturkê di paraznameya xwe ya beriya niha de gotibû, Ozturk bi heman tohmetê hatibû dadgehkirin lê serbest bûbû û vê carê ji ber heman tohmetê hatiye girtin.
Çi bûbû?
Ayten Ozturk li 3yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dihate dadgehkirin. Dozgerî di 3yê Çiriya Pêşiyê ya 2019an de nêrîna xwe pêşkêş kiribû û gotibû ku Ozturkê li taxê li lînckirina Selahattin Ciritî temaşe kiriye. Îfadeya ku bersûc Mesut Pekgozî di dema lêpirsînê de dabû weke delîlê vî tişî nîşan dabû. Pekgozî gotibû ku “Ayten Ozturk beşdarî civîna derbarê qumar û tiryakê ya li Komeleya Mafan û Azadiyan a Okmeydanê bûye û li vir li lînckirina Selahaddin Ciritî temaşe kiriye.”
Dîsa bersûc Burak Altundalî jî gotibû ku ew li heman komeleyê beşdarî civînekê bûye.
Ozturk ji ber van sedeman li gorî xala 82/1ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan û xala 5/1ê ya Qanûna Dijterorê tê dadgehkirin. Dozgerî xwestiye du caran cezayê miebeta girankirî lê were birîn.
Di dozeke din jî bi tohmeta ku “bi pasaporteke sexte hatiye girtin” tê dadgehkirin.
Buroya Hiqûqê ya Gelî derbarê bûyera “revandina ji Beyrûdê” de wiha gotibû:
“Ozturk di 8ê Adara 2018an de li Balafirxaneya Beyrûdê hate desteserkirin. 5 rojan li vir hat girtin û di 13ê Adara 2018an de polîsên Beyrûdê ew radestî rayedarên Tirkiyeyê kirin. Di vê demê de kîsek xistine serê wê û birine cihekî nayê zaîn. 6 mehan li vî cihê nayê zanîn îşkenceyên giran lê kirin. Piştî 6 mehan di 28ê Tebaxa 2018an de tevlî du bahol û çenteyekî piştê, Ozturk li erdekî Yapracika Enqereyê berdan. Piştî ew danîne wir bi du sê deqîqeyan polîsên şûbeya dijterorê yên Enqereyê Ozturk desteser kirin. 3 rojan desteserkirî ma û di 31ê Tebaxa 2018an de ew şandin edliyeyê, hate girtin.”
Ozturkê giliyê îşkencekirinê kiribû lê biryar hatibû dayîn ku hewceyî pêketinê nake. (AS/FD)