Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Endama Civak û Piştevaniya “Antep Queer LGBTI+” Aysîma Mîhrîban Mehtap Arslan aşkere kiriye ku ew bûye namzeta parlamenteriyê ya Partiya Kesk a Çep. Arslan li Dîlokê û di rêza 9an de bûye namzet.
“Antep Queer LGBTI+” daxuyaniyek weşandiye û gotiye, “Li dibistanan, kar, meclîsê, lûbûnya li her deran in”:
“Em ji raya giştî re radihînin ku Endama Civak û Piştevaniya “Antep Queer LGBTI+” Aysîma Mîhrîban Mehtap Arslan, namzeda rêza 9an a Dîlokî ya Partiya Kesk û Çep e.
“Em bibîra kesên bi gotinên nefretkirinê û hedefnîşandanê hebûna me krîmînalîze dikin, dixwazin alên me û hemû şopên me ji kolanan bibin, bi gelek tohmetan nasnameyên me bikin mijara darazê, kesên ji wan heye me dest ji Peymana Stenbolê berdaye dixin; em ê hesab bipirsin!”
(SS/EMK/FD)