Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lîstikvana navdar Ayşen Gruda duh (24ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê) di 74 saliya xwe de miriye.
Gruda demeke ku li Nexweşxaneya Derindere ya Kagithaneya Stenbolê dihat dermankirin.
Ayşen Gruda di filmên weke Girgiriye, Canim Annem, Çiçek Abbas, Hababam Sinifi, Süt Kardeşler, Tosun Paşa û gelekên din de lîstiye û bi rolên xwe cihekî taybet di nava sînemaya Tirkiyeyê de çêkiriye.
Gruda 25ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2019ê, piştî nimêje nîvro wê li Goristana Zincirlikuyu ya Stenbolê bê binaxkirin.
Par 56 salên xwe yên di nava karên hunerê de borandibû û di şanoya bi navê “Deli Kadin” (Jina Dînik) de dilîst.
Elvan Gruda, keça wê ji bo vê şanoyê nivîseke danasînê nivîsandibû û wiha gotibû:
“Ew jina ku me digot ‘em bi te re mezin bûne!’…
“Ya ku ji Serokwezîrî re gotiye: “Xwarziyê/biraziyê min, te dixapînin!... ya ku digot ‘ji bo aştiyê ez dikarim derkevim çiyê!... ya ku digot ‘Hey jinno, ev yaseya pedofîliyê di encama berxwedana we derbas nebû!’… ya ku dema Xelata Pirteqala Zêrîn didanê digot, ‘Ez diyarî dikim ji bo pitika bi navê Aylan’… Ev jina dînik: Dêya min!” (AO/HK/FD)