Parlamentera berê Aysel Tûglûk hate desteserkirin. Tûglûk li girtîgehê bi nexweşiya demansê ketibû û piştî Saziya Tiba Edlî (STE) raporek ji bo wî amade kiribû û gotibu “ew nikare di girtîgehê de bimîne” di 28ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yan de tehliye bûbû.
Polîs îro çûne mala Alattîn Tûglûk, birayê Aysel Tûglukê û Aysel Tûglûk desteser kir. Li gorî zanyariyan, ji ber axavtineke wê polîsan ew desteser kir ku di sala 2012an de li Colemêrgê di dema mitîngekê de bûye.
Tûglûk: Nayê bîra min
Polisan piştî kontrola doktor, Aysel Tûglûk birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Li vir Dadgeha Cezayê Giran a 24an a Stenbolê îfadeya wê wergirt.
Ji ber dozeke ku li Dadgeha Cezayê Giran a 2yem a Colemêrgê berdewam dike hin pirs ji Tûglûkê hatin kirin.
Dadwerî ji Tûglûkê pirsî ku mitîng û axavtina kiriye tê bîra wê yan na, Tûglûkê jî got ku nayê bîra wê. Piştî vê jî jêpirsîn bi dawî bû û dadgehê biryara serbestbûna Tûglûkê da. Her weha parêzerên Tûglûkê rapora tenduristiyê ya Tûglûkê pêşkêşî heyeta dadgehê kir.
Parêzera Tûglûkê ji bianetê re diyar kir ku teblîgname ji wan re hatiye şandin û biryara zeftkirinê derketiye. Her weha got ku raya giştî tenduristiya Tûglûkê dizane lê dîsa jî ev tişt hate kirin û ev ne hiqûqî ye.
Li gorî zanyariya parêzerê da, Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê ya 2yem wê biryara dawî bide.
"Aysel Tûglûk tenê li malê bû"
Alaattîn Tûglûkî ji bianetê re diyar kir ku dema polîs hatine malê, hevala wê ya alîkariya wê dikir, ne li mal bû û Aysel Tûglûk bi tenê bû.
Tûglûkî destnîşan kir ku polîsan zor dane derî: “Ji ber Ayselê derî venekiriye, gotine ew ê derî bişikînin, ew ê bang li çilingîrekî bikin. Xizmeke/î me tê û derî vedike lê Aysel gelekî dikeve strese. Hewceyî tiştekî bi vî rengî nedikir. Navnîşan diyar e, ger bang bikin ji xwe em ê herin. Miroveke ku hîna tedawiya wê dewam dike, tên ber derî û dibin.”
(RT/FD)