Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku desteyên di çarçoveya qanûna pêvajoyê ku hatine avakirin de li qadan dest bi xebatan kirine.
"Desteyên Jêr de wê kî cih bigire nehatiye parvekirin"

Abdullah Ocalan: "Li ber Tirkiyeyê derfeteke dîrokî heye"
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku yek jî mijara civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya prtiya wê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû û wiha axivî: “Em di rojên pêş de ji bo bêçekkirinê li benda geşedanên nû ne. Yanî desteyên hatine avakirin li qadan ji bo bêçekkirinê xebatên xwe dikin. Birêz Ocalan jî divê di koordînatoriya bêçekkirin û siyasetê de dikaribe bi rola xwe rabe. Divê statuya birêz Ocalan bi cih were û şert û merc bên başkirin. Desteya Şopandinê ya ji bo qanûn hatiye avakirin civîna xwe ya yekem pêk anî. 4 Desteyên Jêr jî hatin avakirin. Li qadê hin xebat jî hatine kirin. Lê hê jî di van Desteyên Jêr de wê kî cih bigire hê bi raya giştî re nehatiye parvekirin.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e
"Divê darazeke serbixwe pêk were"
Ayşegul Dogan diyar kir ku piştî vebûna Meclisê ya di 1ê Cotmehê de divê Desteya Çavdêriyê ya Meclise jî bê avakirin:
“Li gorî qanûna çarçoveyî divê Desteya Çavdêriyê bê avakirin. Piştî meclis vebû divê ew deste bê avakirin. Divê bi temsîlkirineke adil ew deste bê avakirin. Divê her gaveke ku bê avêtin gava beriya wê temam bike. Helbet ya girîng demokratîkkirin e. Ji ber ku li gorî rapora Komîsyona Meclisê divê piştî qanûna çarçoveyî qanûnên demokratîkbûyînê bikevin meriyetê. Divê darazeke serbixwe pêk were û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bi cih werin.”
‘Divê şert û mercên birêz Ocalan bê başkirin’

Şandeya Îmraliyê: Piştî hevdîtinê bi Erdogan re divê em bilez bi Ocalan re jî hevdîtinê bikin
Ayşegul Dogan anî ziman ku di serdema nû de dê partiya wan bi beşên cuda yên civakê re civînên wan berdewam bike:
“Hevserokên me îro bi saziyên Elewiyan re civiyan. Em ê bi beşên cuda yên civakê re jî civînekê li dar bixin. Divê di vê pêvajoyê de peyamên birêz Ocalan ji raya giştî re bên parvekirin û şert û mercên hevdîtinê bi siyasetmedar û rojnamegeran re pêk were. Divê ev yek ji aliyê hiqûqî ve jî bê misogerkirin. Her wiha divê zimanê heyî jî biguhere û hemû kes zimanekî nû bikar bine. Ev zimanê negatîf û dijber bandoreke neyînî li ser civakê dike. Divê em hewl bidin zimanekî nû û bi berpirsyariya xwe rabin.”
(FY)

