Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî daxwaza wê ya şandina girtîgeha vekirî, Ayşe Duzkan, rojnamegera feminîst, duh di saetên êvarê de ji Girtîgeha Bakirkoyê hatiye derxistin.
Zuleyha Gulum, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek rojnamegerên jin, parêzerên feminîst li ber deriyê girtîgehê Duzkan pêşwazî kirine.
Çav li rê ye ku di nava 30 saetan de Ayşe Duzkanê bişînin Girtîgeha Vekirî a Eskîşehîrê.
Du roj berê biryara şandina wê hatibû dayîn
Ji ber ku beşdarî kampanyaya Berpirsa Weşanê ya Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê bûbû doz li Ayşe Duzkanê hatibû vekirin. Di encama dadkirinê de sal û 6 meh cezayê girtinê lê hatibû birîn. Duzkan 29ê Kanûna Paşiyê xwe radest kiribû û ew şandibûn Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.
Li gor qanûnê, Duzkanê 45 rojan di girtîgehê de dihate girtin û 16ê Adarê cezaya wê dakêt bin salekê. Ji ber vê, Duzkanê dixwest derbasî girtîgeha vekîrî bibe. Serîlêdana xwe kiribû lê daxwaza wê nehatibû qebûlkirin.
Piştî serlêdaneke din a parêzerên Duzkanê, Dadgeriya Biryarê, biryar dabû ku Duzkan di 22yê Gulanê de ji bo girtîgeha vekirî bê şandin. (TP/FD)