Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Ji bo min hevgiriya ji bo Ozgur Gundemê ne bi tenê ji bo piştgiriya azadiya çapemeniyê bû, herweha ji bo li daxwaza aştiyê bibim xwedî, min ew yek kir. Moralê min baş e, bi daxwaza hevdîtinê xatirî we.”
Ayşe Duzkan ji beriya ku biçe Dozgerîya Înfaza Cezayan ev gotin gotin.
Rojnamegera Femînîst Ayşe Duzkan ji bo hevgiriyê bûbû berpirsa weşana Ozgur Gundemê. Rojname bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnan de hatibû girtin. 18 meh cezayê girtinê li Duzkanê hatibû birîn.
Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê: 123 rojnameger girtî ne
Li gor jimarên 1ê meha yekem a 2019ê li Tirkiyeyê 123 rojnameger ji ber karên rojnamegeriyê bi dozên siyasî hatine girtin û di girtîgehan de ne. Ji wan 123 rojnamegeran, dadgehan ji bo 47 kesan biryar daye, 34 rojnameger hêj dihatin dadkirin.
Bixwîne - Nûçe bi azadane nayên çêkirin, Dadgeh-Girtîgeh vale nabin
Lêpirsîn li ser 30 rojnamegeran hatibû vekirin. Parêzerên 12 rojnamegeran ji bo dozê daxwaz ji dadgeheka bilind kiriye û li benda bersivê ye.
Duzkanê ji bianetê re diyar kir ku hemî nobedarên Ozgur Gundemê ceza xwarine.
“Murat Çelikkan li girtîgehê mabû, ya duyem ez im. Dixwazim bala we bikişînim ku em herdu jî tirk in.
“Rastiyek heye, behsa kurdan tê kirin. Heke ev rastî neyê zanîn em nikarin behsa aştiyekê jî bikin.
“Ji bo min hevgiriya ji bo Ozgur Gundemê ne bi tenê ji bo piştgiriya azadiya çapemeniyê bû, herweha ji bo li daxwaza aştiyê bibim xwedî, min ew yek kir. Moralê min baş e, bi daxwaza hevdîtinê xatirî we.”
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin.
Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
Derbarê 50 rojnamegerên Nobedarên Weşanê de lêpirsîn dan destpêkirin û derbarê 39 rojnamegeran de jî doz hat vekirin.
Di 29ê Kanûna 2016an de Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan.
(EMK/MB)