Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar-Başaran li bajarên erdhejên 6ê Sibatê bandor li wan kiriye, tevî xebatên alîkariyê dibe.
Acar-Başaran duh (15ê Sibatê) çûye gundên Elbîstanê. Wê ji bianetê re behsa rewşa heyî kir:
“Tişta ku me li Dîlok û Amedê dît, koordînasyon nîne. Wezîfedarên dewletê nebûn ku koordînasyonê bikin. Xwebexş jî vî tiştî dibêjin. Dibêjin ku ‘Em hatin lê mirovên, wezîfedarên vir koordîne bikin nîne’.
“Mirov bi xwe hewl didin cenazeyan derxin.
“Li ser hin avahiyan mîna ku li wir xebat hatine kirin nivîs daliqandine û gotine ‘vala ye’, dema em lê dinêrin, li gelek avahiyan hîna ti kar nehatiye kirin. Hîna neketine hin taxan jî.
“Ziyaneke mezin li beşek mezin a gundan nebûye, xaniyên ji kerpîcan ziyan dîtine.
“Beşeke mezin a ji mirovan ji vir çûn. Ev der êdî weke bajarekî vala ye.
“Ji xwe em behsa xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nakin.
“Pêdiviyên jinan bi pedên hîjyenîk hene. Bi binkirasan hene. Divê her daîm ev pêdivê peyda bibin.
“Nûçeyên ku dibêjin talan çêdibin, ne rast in. Yên li vir gotin, derziyek jî nehatiye birin. Li gorî nêrîna min ev jî perçeyek ji propagandaya ku tê meşandin e.
“Me hevdîtin bi Sûriyeyiyan re jî kir, ew jî metirsîdar in. Xaniyên wan rûxiyan e lê weke ku her tim neçar in daxuyaniyan bidin.
“Bi derfetên xwe li beramberî xaniyên xwe kon vedane, alîkarî neçûye ji wan re lê ji bo alîkariyê jî deng dernaxin.” (EMK/FD)