Fotograf: Buroya Çapemeniyê ya Jinan ya HDPê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ayşe Acar-Başaran, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) civîna çapemeniyê ya heftane li Navenda Giştî ya partiya xwe pêkaniye.
Acar-Başaranê pêşkevtinên di rojevê de ne nirxandiye û bertek nîşanî birîna 30 sal cezayê girtîgehê li Ayşe Gokhan, Berdevka TJAyê daye.
Başaranê daye xuyakirin ku danişîna doza biryarê ya derbarê faîlên 33 ciwanên sosyalîst ên li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin pêk hatiye û wiha gotiye: “Berpirsyarên hemû komkujiyan, bi polîtîkayên bêcezahiştinê hatin pakkirin. Em careke din dixwazin bêjin ku em ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin. Em ê li dijî kesên ku destê wan di vê komkujiyê de hene û yên komkujî pêk anîne têkoşîna edaletê bidomînin.”
“Têkoşîna li dijî desthilata serweriya mêran wê bidome”
Acar-Başaranê bi lêv kiriye ku komkujiyên li hemberî jinan û tûndkarî li hemberî jinan bênavber dewam dikin û wiha berdewam kiriye: “Di deh mehên destpêkê yên sala 2021an de 234 jin hatin qetilkirin. Li Îzmîrê, ji ber ku mêr nerehet in, li wargeha KYKê li jinan qedexe ye ku pijama li xwe bikin. Li Amedê zarokek dema ji dibistanê diçû malê rastî îstîsmara zayendî ya kesekî bi navê V.B hat. Lê çi bû, daraza ku her tim mêran diparêze bi gotina ‘temas nîne’ zilamê bi navê V.B berda. Mevlude Akgun a ku xwe parastibû ligel ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene jî mixabin nehat berdan. Doza Çîlem Dogan li Dadgeha Bilind hat dîtin. 15 ceza li Çîlem Dogan hatibû birîn. Darazê dîsa em matmayî nehiştin. Xwest ku cezayê Dogan were pejirandin. Em bi israr qîr dikin ku daraz zayendperest û mêr e. Dewlet bi darazê bi hêzên ewlehiyê mêr e û bûye dijminê sereke yê jinan.”
Cezaya li Ayşe Gokhanê hatiye birîn
Acar-Başaranê di berdewamiya axaftina xwe de wiha gotiye: “Mînakeke din a êrîşên jinan Ayşe Gokhan e. Berdevka TJAyê ye û herî dawî 30 sal ceza lê hate birîn. Jiyana Ayşe Gokkan bi têkoşînê derbas bû. Lê nefikirin ku wê ji ber sûcekê ceza girtiye. Sûcekî wê nîne. Ayşe di rastiyê de ji ber ku TJA û DTK hatin îllegalîze kirin, 30 sal ceza lê hate birîn. Mîna Hevseroka me ya DTKê Leyla Guven. Ji ber ku li vir sûcek hebû hevalên me nehatin cezakirin. Ji mêj ve ye ku êrîş li ser têkoşîna jinê û siyaseta demokratîk heye. Bi van êrîşan hewl didin jinan bêdeng bikin. Ayşe Gokkan yek ji hevalên me ye ku ji bo têkoşîna jinê têkoşiya ye û herî zêde berdêl daye. Eyşe hevaleke me bû ku li Nisêbînê mînaka şaredariyeke jin nîşan da. Di nava pênc salan de rastî astengî û zextên zêde hat. Ayşe Gokkan di nava 5 salên xwe yên li rêveberiya şaredariyê de 167 caran ket ber lêpirsînê. Di rojekê de 17 caran derket dadgehê û îfade da. Ji ber têkoşîna jinê da 83 caran hat desteserkirin. Der heqê wê de ji ber têkoşîna ji bo jinan zêdeyî 200 lêpirsîn hatin vekirin. Niha jî derbarê wê de bi lez û bez îddîaname amade kirin.
“Ji jinan re jî bûdçeyê terxan bikin”
Ev demeke dirêj e li dijî xizantiya jinan li qadê kampanyayan dimeşînin. Li pêşiya me muzakereyên budçeyê hene. Li gorî rapora zayenda gerdûnî ya forma aboriya cîhanê, Tirkiye 3 rêzan paş ketiye. Di nav 156 welatan de di rêza 130emîn de cih digire. Li gorî vê yekê, di nava welatên ku di pêvajoya budçeyê de yên herî paşvemayî, jin in. Ma em mecbûrî vê yekê ne? Ev ji bo me qeder e? Jin dikarin tevlî pêvajoya biryardayîn û budçeya aboriyê werin kirin.
Di encama biryarên budçeyê yên hikûmetê de, pêkanînên hîn bi bandor û zelal dikare werin pêkanîn. Divê sozên hikûmetê yên li ser wekheviya zayendî bi cih werin anîn. Li cîhanê budçeyên zayenda civakî ji bo jinan jî tên çêkirin. Di sala 1984 'an de li Awûstralyayê budçeya zayendî hat kirin. Li Tirkiyeyê jî nîqaş hatin kirin. (EMK/AY)