Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danişîna biryarê ya doza Ozgur Gundemê ya Ayhan Bîlgenî, Hevşaredarê Qersê yê girtî îro pêk hatiye. Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De(KHK) hatibû girtin. Bîlgenî ji ber ku Endamê Lîjneya Şêwirmendiya Ozgur Gundemê bû dihat dadgeh kirin.
Bilgenî bi “Hilweşandina yekitî û yekparebûna welat” , “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” dihat sûcdarkirin. Danişîna doza Bîlgenî îro li 24em Dadgeha Cezayê Giran a Çağlayana Stenbolê pêk hatiye û Bîlgenî li Girtîgeha Kampusa Sîncana Enqereyê bi Sîstema Dimen û Dengî(SEGBÎS) beşdarî danişînê bûye.
Bîlgenî di parastina xwe de gotiye ku tenê bi armanca piştevaniya rojnameyê bû endamê lêijneya şêwîrmendiyê û tenê di mijara binpêkirinên mafan de wî pêşniyarên xwe kiriye.
Dozger beraet xwestiye
Ozcan Kiliç,Parêzerê Bîlgen, jî diyar kiriye ku ew tevlî parastina muwekîlê xwe dibe û daxwaza bereeta Bîlgenî kiriye. Piştî parastina parêzer, dozger jî mutalaaya xwe ya derbarê esasê de dubare kiriye û xwestiye ku Bîlgen ji sûcên “Hilweşandina yekitî û yekparebûna welat” û “Propagandaya rêxistinê” beraet bike û di sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” de jî dosya wî bi doza KCDê ya Amedê ve bê girêdan.
Herwehadadgehê biryara xwe aşkera kiriye û ji sûcdariyên “Hilweşandina yekitî û yekparebûna welat” û “Propagandaya rêxistinê” biryara bereeta Bîlgen daye û di sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” de jî biryara cihêkirina dosya wî daye.(DŞ/AY)