Ayfer Duzdaş di 11ê Gulanê de wê li Navenda Çanda Nazim Hikmetî ya li Şîşliya Stenbolê konsertekê bide. Duzdaş wê di dema konserta xwe de klamên elewiyan/qizilbaşan ên bi kurdî bistirê.
Konserta Duzdaşê wê saet di 19.00ê de dest pê bike.
Klamên ku Ayfer Duzdaş di dema konsertê de xwe de bistrê, di heman demê de klamên ku di albûma bi navê “Ji Xorasanê Heta Çorimê Klamên Kurdên Elewî” de gotibû. Li gel klamên evînê, zêmar û hinên din jî wê di konserta xwe de bibêje ku ji nava jiyana kurdên elewî derketine û belav bûne.
Duzdaş bi muzîkê re dixwaze bikeve nava kûrahiya felsefe û baweriya elewîtiyê û vê bi deng û ahenga muzîkê re bigihîne guhdarên xwe.
Derbarê Ayfer Duzdaşê de
Ayfer Duzdaşê di koma Vengê Sodirî û Koma Asmîn de stran stra ye. Paşê bi tena serê xwe di karê muzîkê de berdewam kiriye. 20 sal in ku stranbêjiyê dike.
Duzdaş, di van salên dawiyê de berhevkariya klamên ku kurdên elewî dibêjin dike. Ji bo wê jî li herêmên ku kurdên elewî lê dijîn, ên weke Dêrsim, Mereş, Meletî, Adiyaman, Çorûm û hinên din digere. (FD)