Ayfer Düzdaş ji bo albûma xwe ya nû ya bi navê "Kilomên Arxawûnê" wê konserekê li dar bixe. Konsera Düzdaşê wê di 1ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yê de li Stenbolê pêk bê.
Düzdaş ev demeke li Meletî, navçeyên wê Arxawûn, Yazihan, Kurecîk, Hekîmhan û gundên van navçeyan digeriya û berhevkariya kilaman dikir. Düzdaşê di encama vê xebatê de zêdetirî 90 kilamî berhev kirine û piştî karê berhevkariyê jî Caner Yilmazî jî aranjeya wan kiriye. Düzdaş wê di konserê de stranên ku di encama vê berhevkarî û aranjoriyê de derketine holê, bistirê.
Konser wê li Navenda Çandê ya Cemîl Candaşî ya Şaredariya Şîşliyê saet di 19.00ê de dest pê bike. (FD)