Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevgiriya ji bo Demokrasîyê lêkolînek li ser axiftinên di televîzyonan de ji bo referandûmê hatîn kirin kir.
Hevgirîyê lê nêriye ka di meha Adarê de di 17 qenalên seteleytî de kîjan partiyê çi qasê cih girtiye.
Li gor encamên lêkolînê qenalan wekhev cih nedane partiyên NA û ERÊyê dixwazin. Li gor encaman ji partiyên CHP, HDP, AKP,MHP û serokkomarîyê herî kêm HDPyê di weşanên TVyan de cih girtine.
Endamên HDPyê di meha Adarê de qet tevlî weşanên zindî nebûne.
Erdogan 53 siet, CHP 17 siet, HDP 33 deqîqeyan di televîzyonê de cih girtine.
Qenalên seteleytî yên lêkolîn li ser hatiye kirin ev in: A Haber, ATV, CNN Türk, Fox, Habertürk, Kanal 24, Kanal A, Kanal 7, Kanal D, NTV, Star, Show, TGRT, TRT Haber, TRT 1, TV Net, Ülke TV.
(BK/MB)