Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Pêşniyara guhertinê makeqanûnê ya AKPê ku demeke dirêj li ser niqaş hat kirin, piştî qebûlkirina li komîsyonê û lihevkirina AKP-MHPê niha li meclise ye.
Derbarê wê pêşniyara AKPê de ku wê li meclisê 15 roj were axavtin û nirxandin, îro destpê kir.
Ji ber ku Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman Nexweş e, Cîgirê Serokê Meclisê Ahmet Aydin dewsa wî de rûniştina meclise birêve dibe.
Rûniştina ku bi rexne û nîqaşkirinan destpê kir de, cîgirên serokên partiyan û hin parlementeran axavtinên xwe kirin.
15 kes û qutkirina weşana Meclis TVyê
Destpêka rûniştina îro de biryar hat dayîn ku wê tenê 15 kes di axavtinên xwe de mijarên ji bilî rojevê bîne ziman. Her wiha weşana Meclis Tvyê jî hat qutkirin.
Derbarê van her du mijaran de parlementerên HDP û CHPê aciziyên xwe anîn ziman û hukimetê rexne kirin.
Nameya Demirtaş hat xwendin
Parlementerê HDPê Ahmet Yildirim nameya Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku di girtîgehê de ji Serokatiya Meclisê re nivîsiye, xwend.
Yildirim ragihand ku Demirtaş di nameya xwe de wiha gotiye: “Ji ber ku dengên me û hebûna me ya di parlementoyê de hatiye qesbkirin, ev dengdan û axavtinên we wê bêhiqûq be. Mafê me heye ku em di parlementoyê de fikr û ramanên xwe bînin ziman. Divê serokatiya we ji bo ku em jî beşdarê dengdana veşartî bibin, şertên pêwîst bi cih bîne.”
Piştî vê yekê mafê axavtinê dan cîgirên serokên partiyan.
Kerestecioglu: Li ser pêşniyara sîstema yekmêrane axavtin tê kirin
Cîgira Koma HDPê Fîlîz Kerestecioglu di axavrina xwe de got:
“Li ser teklîfa ku dê li Tirkiyeyê cûdabûna hêzan ji holê radike, rejîmê diguherîne. Mînaka vê sîstemê di dinyayê de nîn e û ev yek rejîma yekmêrane ye.”
“Kerestecioglu bang li koma MHPê kir ku careke din li ser biryara xwe bifikirin û dengen redê bikarbînin.”
Altay: Hukimetê bila li hemberî mafê mirovan rêz bigire
Cîgirê Koma CHPê Engin Altay diyar kir ku eger hewldana derbekirina 15ê Tîrmehê hatibe pûçkirin û ev yek jî saya serê hişmeniya demokrasiyê ya gel e û divê kes vê jibîrneke.
Altay got ku hukimet ji kî aciz be dike ‘terorîst’ û ‘xayîn’ û diyar kir ku hukimet temil nake ku mafên herî sereke yên mirovan were bikaranîn.
Bostanci: Wê gel biryar bide
Cîgirê Koma AKPê Naci Bostanci jî diyar kir ku dê îro li ser pêşniyareke girîng bo guhertina makeqanûnê axavtin were kirin û dibe ku derbarê vê yekê de gelek alî xwediyê helwestên cuda bibin.
Bostanci got: “Bi biryara meclise ve dê ev pêşnûme were pêşiya gel. Ne hewce ye ku kes bitirse û xwe dûr bihêle.”
Akçay: Çar aliyê me pêtê agir e
Cîgirê Koma MHPê Erkan Akçay di axavrina xwe de got ku çar aliye Tirkiyeyê pêtê agir e û nabe ew xwe dûr bihêlin.
Akçay got: ‘Divê neyê jibîrkirin ku gelên ji bo siberoja xwe pilansazî nekirine, dibin lîstokên neteweyên din.”
(YO)