Yek ji bernameya herî dawiyê ya di 15’ê Gulanê de hatî kirin jî ji aliyê gelek saziyên wek DEM Partî, MED-DER, Kovara Destar, DBP, Komeleya Wêjekarên Kurd û hwd ve li salona Konferansê ya ÇandAmedê hatin gel hevdû.
Êdî di çerçoveya Roja Cejna Zimanê Kurdî û polîtîkayên asîmîlasyon û otoasîmilasyonê de me jî bi Rêvebera MED-DERê Dîlan Guvenç û bi Dengbêj Xalîdeyê re axivî.
"Armanca vê rojê divê avakirina hişmendiya zimanê kurdî be"
Di destpêkê de Rêvebera MED-DERê Dîlan Guvenç axivî û bal kişand ser dîroka Roja Cejna Zimanê Kurdî û wiha got: “Tê zanîn ku bi pêşentiya Mîr Celadet Elî Bedirxan destpê kiribû. Kovara Hawarê ji bo xebatên kurdî qonexeke girîng ji bo me vekir. Di kovara Hewarê de ji çand, wêje, dîroka kurdî û gelek xebatên din hatin kirin. Êdî di sala 2006’an de Tevgera Ziman, 15’ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî qebûl kir û 18 sale em vê rojê pîroz dikin.Armanca bi vê rojê ew e ku ew hişmendiya zimanê kurdî bê avakirinê. Tenê ne di rojekê de her tim em karibin xebatên ziman bikin.”
Dîlan Guvenç behsa nêzikatiyên li zimanê zikmakî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe; “ Bêguman giringiya ziman tenê di roja 15’ê Gulanê de nemine. Sazî di van rojan de xebatan dikin girîng e lê ne bes e. Hemû xebatên heyî yên sazî û dezgehên li Kurdistanê hewceye bi kurdî bin. Ew xetereya ku UNESCOyê bal dikişand ser zimanê li ber tunebûnê, yek ji wan jî zimanê kurdî ye mixabin. Tenê bi xebat û pîrozkirinên saziyên ziman dê nebe û têrê nake. Îro li kolanên Amedê yên bajarên din zimanê kurdî hema bêjin nayê axaftin. Ev jî nîşaneya xetereyeke mezin e.
‘Em naxwazin zimanê xwe tenê di saziyan de hîn bibin’
Wek mafê me yê bingehîn em naxwazin zimanê xwe di nav saziyan de hîn bibin. Yanî îro dagirkeriyê aniye asta ku em zimanê xwe tenê di saziyan de hîn bibin. Tecrîteke mezin li ser jiyana me, li ser zimanê niha tê meşandinê. Ji bo vê yekê em van polîtikayên bişaftinê şermezar dikin û qebûl nakin. Divê di sedsala 21emîn de em kurd bi awayekî hevgirtî bangawaziya ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî bikin. Bêguman ev tenê têr nake divê em ji mala xwe destpê bikin heta hemû derdora xwe re, di jiyana xwe ya heyî de li her deverê bi zimanê xwe biaxivin.”
"Qet nebe em li Kurdistanê bi zimanê dagirkeran xeber nedin"
Dengbêj Xalîdeya ku di çerçoveya pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî de tev li bernameyê bûyî da zanîn ku tenê bi rojekê em ê nikarî bin li ziman, çand û hunera xwe xwedî derkevin û ev tişt anî ziman: “Çawa ku şîrê dayikê ji zarokê re elzem e; axaftina bi kurdî, axaftina bi zimanê zikmakî ji bo ku çandek, zimanek wunda nebe, elzem e. Ez wê hêviyê dikim ku kurd bi zarokên xwe re di mala xwe de, li kolanan, li her derê bi zimanê xwe biaxivin. Qet nebe em li Kurdistanê bi zimanê dagirkeran xeber nedin.”
‘Bila zarokên kurd bi dengê dengbêjan mezin bibin’
Di berdewama axaftina xwe de Dengbêj Xalîde bal kişand ser hunermendên kurd ku stranên kurdî distirin lê axaftina wan bi zimanekî din e û wiha got: “Mirov li ku devera cîhanê be jî; ji ber ku Kurdistaneke azad nîne û milletekî serbixwe nînin; pêdivî heye ku em hunermend li ku devera dinyayê bin jî, xeml û xeyalên xwe, xewnên xwe, heskirina xwe, her tiştên xwe bi zimanê dayika xwe divê em bikin. Ew stran û serpêhatiyên ku bi hezeran sal in bi devê dengbêjan gihaştin heta îrorojê, qet nebe di zarokan de heskirina dengbêjan çêbikin. Bila zarokên kurd bi dengê dengbêjan mezin bibin.