“Di vê beşê de, ji aliyê beşdarvan ve peyvek ku ne tirkî ye hat bikaranîn.”
Vê hevokê, di girteya civîna 5an a komîsyona Meclîsê de ku ji bo sazkirina aştiye mayînde û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye damezrandin, gelek caran wekî dîpnotek cih girt. Sedem ew bû ku Dayika Aştiyê Nezahat Teke ku bi gotinên xwe "ji dayikeke Kurd hatiye dinê, bi lorînên Kurdî mezin bûye, bi Kurdî êş kişandiye û bi Kurdî hêsir rijandiye", dixwest axaftina xwe bi zimanê xwe yê dayikê bike.
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu tevî ku gelek caran gotin “em werdigerîne” jî ji bo wergerandinê, destûr nehat dayîn ku dayik bi Kurdî biaxivin. Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş rêziknameyên parlamentoyê bibîrxist û daxwaz qebûl nekir.

ÎHD: Em li Meclîsê astengkirina axaftina bi kurdî a Dayîkên Aştiyê şermezar dikin
Li ser vê yekê Nezahat Tekeyê axavtina xwe bi tirkî kir û weha got, "Ger ez bi Kurdî biaxiviyam min dikarîbû xwe bi awayekî xweştir îfade bikira, lê ji ber ku ev derfet ji min re nehatiye dayîn, ez ê hewl bidim bi qasî ku tirkî ya min têrê dike biaxivim. Dibe ku hemî peyvên min neyên fêmkirin ji ber ku ne xwendina min heye û ne jî binivîsim," Her weha Tekeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku neheqiya herî mezin li wê hatiye kirin.
Numan Kurtulmuş ji Tekeyê re got, “ Nezahatxan, neheqiyê li xwe neke. Binêre, li vir 51 siyasetmedar hene û erkê wan ê herî mezin pir caran, axaftin e; tu ji her kesî çêtir diaxivî; tirkî ya we gelek baş e." Û spasiya wê kir.
Her çiqas bendewariya rakirina astengiyên li pêşiya pêşkevtina zimanê Kurdî di nav daxwazên sereke yên ku ji komîsyonê re hatine şandin de bû jî, ev diyalog bû sedema bertekan. Rêxistinên mafên mirovan di rûniştinên piştre yên komîsyonê de astengkirina dayikan a ku xwe bi zimanê xwe yê zikmakî îfade bikin jî rexne kirin. Bi bîr xistin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, çareserkirina pirsgirêkên têkildarî zimanê zikmakî jî berpirsiyariya vê komîsyonê ye.

Komîsyona Meclîsê dê îro Dayikên Aştiyê guhdar bike
Ji bo vê armancê, komîsyon dê di rojên pêş de li zimannas û komeleyên ziman ên ku ji bo pêşkeftina zimanê Kurdî hatine damezrandin jî guhdarî bike.
Remziye Alparslan, Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî û zimannasê Kurd Zana Farqînî, li ser hewldana komîsyonê ya ji bo astengkirina axavtina bi kurdî a Dayika Aştiyê Nezahat Tekeyê ji bianetê re nirxandin.
"Rastiya pirsgirêka Kurd ev e."
Zimannasê Kurd Zana Farqînî jî astengkirina axaftina bi Kurdî ya dayikan a di komîsyonê de rexne kir û got, "Rastiya pirsgirêka Kurd ev e." Her weha diyar kir ku jiyandina pirsgirêkek bi vî rengî ku di komîsyenek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye damezrandin de dilsoziya pêvajoyê têk dide.
Farqînî bi bîr xist ku Dayikên Aştiyê ne bi daxwaza xwe, bi vexwendinê çûn in wir bûn û ev hişyarî da:
“Parlemento cihê ku îradeya gel lê tê nîşandan e, cihê ku pirsgirêkên siyasî lê tên çareserkirin e û bi peywireke wiha mezin hatiye wezîfedarkirin. Ji ber vê yekê, divê parlamento berî her tiştî di guhertineke hişmendî da derbas bibe. Hê jî bi wan pêşdarazên standartkirî yên kevin tevdigerin, ma dê ev çawa tevkariyê li çareseriyê bike? Heta ku ev dewam bikin, biryarên hatine dayîn çawa dikarin tevkariyê li pêvajoya demokratîkbûyînê bikin? Ger behsa aştiyeke navxweyî, biratî û demokratîkbûyînê tê kirin, divê ji vir dest pê bike. Wek nîşandana dilsoziyê dikarîbûn di vê komîsyonê de destûr ji nermbûneke bi vî rengî re bihata dayîn. Wê demê baweriya me zêdetir pê dihat. Girîng e ku civak baweriya xwe bi pêvajoyê bîne û pê bawer be.”
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslanê diyar kir ku pirsgirêka astengkirina zimanê dayikê yek ji pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê ye û ev rasterast bandorê li komîsyonê dike. Ji bo ku komîsyon bi ser bikeve, divê ji "çarçoveya teng" were derxistin û Kurd weke aktor were guhdarkirin û wiha domand:
"Divê gaveke radîkal were avêtin."
"Ev pirsgirêk, ne pirsgirêka 'Tirkiyeya Bê Teror' e, divê nebêjin ‘çêbû û qediya’ û çênabe û naqede jî. Pirsgirêk, demokratîkbûna Tirkiyeyê ye, bi awayekî fermî bidawîkirina înkara Kurdan e û guhdarkirina daxwazên Kurdan e. Ev pirsgirêk bi nêrîna ‘em bi vê re jî biaxivin, em wê/wî jî guhdar bikin’ çareser nabe, lê bi rakirina sedemên wê yên bingehîn çareser dibe. Ger ew dixwazin pergalek ava bikin ku Kurd, gel û baweriyên din dikarin bi aştiyane bi hev re bijîn, divê ew ji nezîkatiya xwe ya bitirs, dudil û xapînok dûr bikevin. Divê dewlet dev ji siyaseta ku 100 sal in dimeşîne berde, gavek radîkal bavêje û ji bo rûbirûbûnek rastîn amade be."
"Divê Kurd bikaribin bi ziman û çanda xwe li wir bin."
Alparslanê bang kir û got, "Divê gel bi wateyekî rast li Meclîsê bên temsîlkirin.” Her weha Alparslanê bertek nîşanî wê yekê da ku Kurdî li Meclîsê di qonaxekê de wekî "zimanê nayê zanîn" û piştî 2008an jî wekî "zimanek ne tirkî ye" di girteyan de tê nivîsîn. Alparslanê diyar kir ku ev helwest îro hê jî tê berdewamkirin û zirarê dide pêvajoyê.
Her weha Alparslanê ev pêşniyar ji komîsyonê re kir:
"Divê Kurd bi ziman û çanda xwe li wir bin da ku îradeya wan were xûyakirin. Li Meclîsê ev pirsgirêk bi erkdarkirina wergêr û zimannasên ji bo Kurdî û zimanên din dikare bi hêsanî were çareserkirin. Tişta divê were kirin ev e ku divê rêziknameya Meclîsê bi nêrînek piralî û firewanxwaz ji nû ve were sererast kirin. Divê astengiyên li pêşiya axavtina bi zimanên ji bilî tirkî li civata giştî, pêşkêşkirina pêşniyaran, nîqaşkirin werin rakirin. Ger ev were kirin, em wê demê dikarin behsa temsîliyeta rastîn bike; Meclîsa ku gelan temsîl dike, divê cûrbecûriya zimanên wan jî nîşan bide.
“Divê şerma ‘zimanê nayê zanîn’ bidawî bibe”
Divê şerma ‘zimanê nayê zanîn’ êdî weke rûreşiyek rabirdûyê, di rabirdûyê de bê hiştin. Ev komîsyon jî dikare di vî warî de gava yekemîn bavêje, bi lez û bez guhertinê ji bo ji holê rakirina vê pirsgirêkê pêk bîne û li şûna ku li astengî û bahaneyan bigere dikare bi awayekî proaktîf ji bo çareseriyê tevbigere. Ev yek bêguman wê di mijara pêvajoyê de ji bo bawerî û hêviyê bibe gaveke girîng. Wê atmosfereke erênî biafirîne ku ji bo ji holê rakirina gumanên heyî.
Daxwaz
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslanê destnîşan kir ku di mijara ziman û çanda Kurdî de çi divê bê kirin zelal û diyar in. Alparslanê daxwazên xwe wiha rêz kir:
"Divê zimanê Kurdî ji pêşdibistanê bigire heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî. Ji bo vê yekê divê guhertinên pêwîst di Destûra Bingehîn de werin kirin û divê qanûn û rêziknameyên pêwîst jî werin derxistin. Mînakî, xala 42em a Destûrê dibêje ku ji bilî tirkî tu zimanek din nikare wekî zimanê dayikê were hîn kirin; di vir de tişteke tirsnak heye. Mafê kesî tune ku li şûna me zimanekî din bi sepîne me; ev li dijî mafên mirovan e û tişteke nemirovane ye. Me li vir behsa kurdî kir, lêbelê ev ji bo ziman û çandên din ên li herêmê jî derbas dibe. Em nêrînek pirzimanî û pirçandî esas digirin.
"Ferasetên ku daxwaza aştiyê têk dibin"
"Îro, em dibînin ku li cîhanê bi sedan pergal hene ku sîstemek piralî di qanûn û rêziknameyên xwe de entegre dikin, bêtir qadê ji bo rêveberiyên herêmî vedikin û rayeya rêveberiya xwecîhî didin wan. Ev bi zelalî nîşan dide ku tirsên ku îro têne diyar kirin di rastiyê de bingehek wan tune. Di sîstemên piralî, nenavendî û ji yekî zêdetir zimanan têne birêvebirin de ti kes bi ti awayî zirarê nabîne. Ev tirsên çêkirî û înkar, ji aliyê statukoparêz û derdorên ji guhertinê ditirsin ve tên belavkirin ku dixwazin sîstema asîmîlasyon û kedxwariyê bidomînin û Ferasetên weha ne ku dixwazin rê li ber pêşeroja hevpar a gelan bigire û daxwaza aştiyê têk dibin.
Her weha divê zimanê cudakar, înkarker ê Destûra Bingehîn û qanûnan jî biguhere û divê bi nêzîkatiyek firewanxwaz û piralî bixebitin ku Kurdan û gel, ziman û baweriyên din nas bike. Tenê wê hingê dikare pêşveçûn were bidestxistin û behsa aştiyek mayînde were kirin. Daxwaza me wekhevî, heqîqet û edalet e. Ji bo sazkirina van jî, divê neheqî ji holê were rakirin."
(AB/AY)







