Weşanxaneya Avestayê diyar kiriye ku ew hemû tekstên edebiyata kurdî ya gelêrî ku di kovara “Roja Nû” de çap bûne berhev dike û dê di sê cildan de wan biweşîne. Kitêba yekem “Çîrok û serpêhatî” ne. Berhem ji aliyê Necat Keskin ve hatine amadekirin.
Serweriya Kamiran Alî Bedirxanî
Roja Nû di 1ê Gulana 1943yan de li Bêrûdê wek rojnameyeke hefteyî dest bi weşana xwe kiriye. Xwedî û gerînendeyê rojnameyê Kamiran Alî Bedirxan e ku wê demê di Hawar û Ronahîyê de jî nivîsîye.
Roja Nû, ligel ku rojnameyeke hefteyî ye û bêhtir bi naveroka xwe ya nûçeyan derketiye pêş û herweha jî tenê 4 rûpel in ku nîvî jê fransî ye, ji aliyê edebiyata gelêrî ya kurdî ve jî gelekî dewlemend e.
Çîrok, stranên gelêrî, şer, dûrik, qewl û ayîn, mamik, gotinên pêşiyan ew cureyên edebiyata gelêrî ya kurdî ne ku Roja Nû girîngî bi wan daye û cih daye wan di nav rûpelên xwe de.
"Axa li ser xezîneyê..."
Hê di hejmara pêşî, di rûpelê serî de Roja Nû bi dûrikên li ber tembûrê dest pê kiriye. Ev têgihiştin, raman û fikra Kamiran Bedirxan a derbarê edebiyata gelêrî nîşan dide.
Ew jî wek rewşenbîrên ewropî "rihê gel"ê xwe di vê edebiyatê de dibîne û loma jî girîngiyê dide wan.
Gava mirov li Roja Nû dinêre vê girîngiyê bi awayekî zelal dibîne û herweha rastî xezîneyeke edebiyata gelêrî a kurdî tê.
Di nav vê xezîneyê de 24 çîrokên kurdî, 95 stranên kurdî, 16 qewl û ayîn, 61 dûrik, 2 şer, lorîyek û çend mamik û gotinên pêşiyan cih digirin. Hemû mînak jî me di sê cîldan de tomar kirin.
Ev cîlda pêşî ya berdest ji çîrok û serpêhatiyan pêk tê. Ya duyem dê bibe strana kurdî û di ya sêyem de jî dê mînakên din ên wek dûrik-qewl-lorî cih bigirin.
Avestayê li ser weşandina vê berhemê gotiye:
“Me xwest em axa li ser vê xezîneyê(Roja Nû) rabikin û bi awayekî komkirî bînin pêşî xwendevan û kesên bi edebiyata gelêrî ya kurdî re eleqedar.”
(MB)
Çavkanî: Avesta