Weşanxaneya Avestayê, bernameyên xwe yên ji ber astengkirina polîsan betal kiribû, wê li avahiya Baroya Mêrdînê pêk bîne.
Avestayê li Mêrdînê di 10ê Çiriya Pêşiyê de bi beşdariya şanonûs û derhêner Mîrza Metînî û bi moderatoriya nivîskar Çetoyê Zedoyî, bernameya bi navê "Dîwana Şanoyê" li dar xistibû. Avestayê di 12ê mehê de diyar kiribû ku polîs di dema bernameyê de çûne Markûlo Performansê, cihê ku bername lê pêk dihat û bi sedema "pandemiyê" xwetibûn bernameyê asteng bikin. Piştî vê rewşê Weşanxaneya Avestayê bernameyên xwe yên li Mêrdînê betal kiribû.
Bixwîne - Polîsan bernameya Avestayê ya li Mêrdînê asteng kiriye
Komîsyona Mafên Zimanî û Çandî ya Baroya Mêrdînê û Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê bi daxuyaniyên nivîskê, bang li rayedaran kiribûn ku bernameyên bi kurdî qedexe nekin.
Baromuz Dilsel ve Kültürel Haklar Komisyonu'nun Avesta Yayınları'nın Mardin'de iptal edilen etkinliklerine ilişkin yapmış olduğu basın açıklamasını kamuoyuna saygıyla sunarız. pic.twitter.com/7adWpoehA7
— Mardin Barosu (@mardinbarosu) October 13, 2021
Li ser astengkirina çalakiyên Weşanxaneya Avestayê, ji çapemenî û raya giştî re.
— Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê (@sirnakbarokurdi) October 13, 2021
"Em wek Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê van qedexe û astengiyan şermezar dikin û bang li rayedaran dikin ku dev ji qedexe û astengkirinan berdin."
Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê pic.twitter.com/k5ruHYTrmE
Her weha Baroya Mêrdînê ji Weşanxaneya Avestayê xwestibû ku bernameyên xwe li avahiya wan pêk bînin.
Weşanxaneya Avestayê li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye ku wan vexwendina Baroya Mêrdînê qebûl kiriye û ew ê bernameyên xwe li wir pêk bînin.
Weşanxaneyê li ser hesebê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: “Em ji cihê ku mabûn dewam dikin. Bernameyên me yên Mêrdînê her dawiya hefteyê ê çêbibin, tenê adres guherî.”
Em ji cihê ku mabûn dewam dikin. Bernameyên me yên Mêrdînê her dawiya heftiyê ê çêbibin, tenê adres guherî.
— Avesta Yayınları (@avestayayin) October 14, 2021
Mardin’de kaldığımız yerden etkinliklere devam, sadece adres değişti.
Adres:
Mardin Barosu
13 Mart Mahallesi İl Müftülüğü Arkası 48. Sokak No:8
Artuklu/Mardin pic.twitter.com/DLsglzkDpU
Li gorî vê rewşê wê roja 17ê Çiriya Pêşiyê bi navê “Dev ji van çîrokan berde” bernameyek pêk were. Bûrhan Tek wê bi moderatoriya Bajar Mîrzemanî, behsa çîrokbêjiya xwe bike. Bername wê saet di 15.00ê de destpê bike.
Çi bûbû?
Bernameya ku Weşanxaneya Avestayê li Mêrdînê pêk anîbû, di nêvî de mabû.
Avestayê li Mêrdînê di 10ê Çiriya Pêşiyê de bi beşdariya şanonûs û derhêner Mîrza Metînî û bi moderatoriya nivîskar Çetoyê Zedoyî, bernameya bi navê "Dîwana Şanoyê" li dar xistibû. Polîs çûbûn Markûlo Performans ya ku bername lê pêk dihat û bi sedema "pandemiyê" xwestibûn bernameyê asteng bikin. Piştî vê rewşê Weşanxaneya Avestayê bernameyên xwe yên li Mêrdînê betal kiribû.
Weşanxaneya Avestayê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsîbû:
"Em Gotûbêjên Avesta li Mêrdînê radiwestînin. Di gotûbêja yekşemê ya Mîrza Metîn de polîs hatin, destpêkê gotin ji ber pandimî hûn nikarin çêbikin, piştre xwestin foto bigrin, dawî jî diyar bû ku naxwazin hevdîtin-konferansên kurdî çêbibin. Ji ber rewşa kesên pêwendîdar, em mecbûr man vêga bernamê rawestînin. Hêvîdar in di demeke kurt de dîsa karibin hev bibînin."
(FD)