*Avesta par beşdarî Fûara Kitêban a Stenbolê bûbû (Wêne: Murat Bayram/bianet)
Yek ji weşanxaneyên herî mezin Avesta ku ev nêzî 20 salan e her sal tevlî Fûara Pirtûkan a Stenbolê dibe îsal ji ber sedemên aborîyê biryar daye ku tevlî fûarê nebe.
Avesta 20 salan beşdar bûye
Du xwendevanên kitêbên kurdî kitêbeka Avestayê kirîye(2018)
Xwedî û rêveberê Avestayê Abdullah Keskinî ji Bianet.orgê re ragihandiye ku ew dê îsal ji ber sedemên aborîyê tevlî fûarê nebin.
Keskîn:
“Ev 20 sal in em tevlî vê fûarê dibin. Herwiha me standeke mezin û taybet jî ji xwe re çê dikir her sal. Lê wekî hûn jî dizanin gelek pirtûkên me tên qedekirin, em nikarin bifiroşin. Li hemberî vê ji ber ku Kurd zêde eleqe nîşanî pirtûkan nadin mesrefên me û heqê ji firotinê digihîje me hev dernaxin. Em jî ji bo xwendina Kurdî zêdetir bibe gelek caran erzanîyan jî dikin. Lê mixabin ji ber van sedeman her çi qas rêveberîya fûarê ji bo em tevlî bibin israr kiriye jî me biryar daye em îsal tevlî fûarê nebin.”
Peywend ê beşdar nebe
Digel Avestayê weşanxaneya Peywendê jî ku di van salên dawîn de hatiye avakirin û nav daye, biryar daye ku tevlî fûara Stenbolê nebe.
Berpirsiyarê Peywendê Davut Ozalpî jî diyar kir ku ew ê jî ji ber sedemên aborîyê tevlî fûara Stenbolê nebin. Ozalpê ku me xwe gihandiyê ji me re got: “Mixabin kar û mesrefên fûarê hev dernaxin. Dema me nû weşanxane ava kir em sê salan beşdar bûn, lê mixabin ku me bi qasî mesrefan nekarî em pirtûk bifiroşin. Yanî sedema tevlênebûna me maliyeta giran e. Loma jî me biryar da ku em îsal jî tevlê nebin.”
12 weşanxaneyên Kurdî dê tevlî fûarê bibin
Weşanxaneyên Kurdî yên dê li fûara Stenbolê li benda xwînerên xwe bin wisa ne: AVA (2605 E), HÎVA (12508 E), J&J ( (2213 C), LİS (2104 F), NÛBIHAR (2605 F), PÊRÎ (4103), PIRTUKAKURDÎ (12508 B), RÛPEL (2605 D), SÎTAV (12508 C) WEŞANÊN ARAM (2108 C) WEŞANÊN SOR (3311) û WEQFA ÎSMAÎL BEŞÎKCÎYÊ (12510 E).
38. Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê
Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê cara 38. di navbera 2-10ê Mijdarê de li Navenda Fûar û Kongreyan a TUYAPê were lidarxistin.
Heqê têketina fûarê 10 TL ye û kesên bixwazin dikarin li ser malpera webê bilêtê fûarê bi dest bixin. Herwiha xwendekar, mamoste, zarok, kesên karbes û astengdar dê bêyî ku heqekê bidin dikaribin belaş herin fûarê..
Dê fûar di nava hefteyê de di navbera saetên 10.00-19.00, dawîya hefteyê jî di navbera saetên 10.00-20.00ê de vekirî be. Dê fûar 10ê Mijdarê saetdi 19.00ê de bi dawî bibe.
(GN/MB)