Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Li Marmarîs, navçeya Mûglayê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) duh di saet 02.00ê şev de carekî din rastî êrişê hatiye.
Êrişkarê ku camên avahiya şikandiye ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin û ew birine Rêvebiriya Polîsan a Navçeyê.
Guven Goknar, Hevserokê HDPê yê Navçeya Marmarîsê bi Ajansa Mezopotamyayê re axiviye û gotiye, “Polîsên ku avahiyê diparêzin agahî dan me. Êrişkar zirar daye camên derve yên avahiyê. Me derbarê êrişkar de gilî kiriye. Armanc ewe ku feraseta 'HDPê li Marmarîsê agir bi daristanê xistiye' çêbike. Hedefgirtinên partiyan, êrişên li dijî avahiyên me zêde dike.”
Çi bûbû?
Di nava mehekê de li dijî avahiya HDP’ê êrişa duyeme pêk tê. Di 14ê Tîrmehê de jî, êrişa bi çek li dijî avahiya rêxistina HDPê ya Marmarîsê pêk hatibû. Derbarê êrişê de A.T.D. hatibû girtin û 4 kesên din jî bi şertê kontrola edlî serbest mabûn.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê