Bi hişkesalî û germbûna kurewî re li hin cihên Gola Wanê av nêzîkî du kîlometroyan kêm bûye.
Bi hişkesalî û germbûna kurewî re av li Gola Wanê li hin cihan nêzîkî 2 kîlomteroyan kêm bûye. Piştî kêmbûna avê qirêjiya di golê de jî derketiye ser rûyê erdê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê lodên çopê yên ku derketine holê di heman demê de tenduristiya mirovan jî dixe metirsiyê.
Heta niha jî saziyên pêwendîdar ew çop û qirêjiya ku avê li pêy xwe hêştiye paqij nekirine û bêhna pîs jê belav dibe.
Her weha ava 12 çeman diherike golê. Ji ber ku ev çemana nayên paqijkirin, her tim qirêjî pê re diçe nava golê. Gelek tiştên wek lastîkên wesayîtan, şûşeyên plastîk, cam, poşet, naylon, paçik li ser van sergoyan hene. Heta niha ne ne Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û ne jî Şaredariya Navçeya Tuşbayê ya AKPyî ev zibilana paqij nekiriye. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya