Fotograf: AA
Ava Gola Wanê di salên dawiyê de ji ber guherîna avûhewayê û şertên hewayê dem demî kêm dibe. Dema av vedikişe, berhemên dîrokî û mîkrobiyalît derdikevin holê.
Li Gola Wanê hin cihan heta 200 mêtroyî av vedikişe û ji binê wê berhemên dîrokî, gor, xaniyên berê û mîkrobiyalîtên di nav hezar salan da çêdibin tên dîtin.
Li Navçeya Ercîşê taxa Çelebîbaxê Keleha Wanê û avahiyên li der û dora wê yên di dema Urartuyan da hatibûn çêkirin di sala 1841î da ji ber ku ava golê zêde bûbû di binê avê da mabûn.
Di sala 2014an da ava golê hinekî vekişiya û qismeke kelehê, gor, perçeyên dîz û dîzikan, kevirên neqişkirî û hin berhemên din derketin holê.
Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê, ekîbên Muzeya Wanê li ser van berhaman lêkolîn kirine, raporek amade amade kirine û wê pêşkêşî Midûriya Lijneya Parastinê ya Hebûnên Çandî ya Wanê bikin.
"Dema av vedişike raza golê derdikeve holê"
Mustafa Akkuş, Hîndekarê Fakulteya Berhemên Avê yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê gotiye ku ji ber ava golê hin caran vedikişe û kêm dibe ber û berhemên di binê avê da mane jî derdikevin holê û yek ji wan jî Keleha Ercîşê ye.
Akkuş wiha axiviye: "Em şahidiya dîrokekê dikin. Dema Gola Wanê vedikişe razên di hundirê wê da jî derdikevin holê. Berê me nikaribû ku em bên vê derê, lê niha em tên û van tiştan dibînin. Ew cihên ku em jê ra dibêjin mîkrobiyalît yên herî mezin li dinyayê Gola Wanê hene. Car caran dema av kêm dibe derdikevin li ser rûyê erdê. Yên meraq dikin dikarin werin bibînin. Li vir derfeteke nuwaze heye. Bi sedan salan e raza ku di hembêza Gola Wanê da veşartîbû eşkere bû." (FD)