Fotograf: AA
Li Wanê ji ber hişkesaliyê û şilî kêm bariyaye ava Bendava Zernekê daketiye asta herî jêr a heta niha.
Bendava Zernekê li navçiya Payîzava ye û li ser Çemê Xoşabê ava bûye.
Ava bendavên Zernek, Koçkopru, Morgedik û Sarimemetê yên ku ji bo hilberîna enerjiyê, ava vexwarinê û avdana zeviyan ji bo Wanê pir girîng in, bi tesîra germahiya hewayê ya van mehên dawîn va daketiye nizmtirîn astê.
Kapasîteya avê ya Bendava Zernekê 105 milyon metrekûp e û li bajêr navendeke masîvaniya çewligê ye û ji bo avdana zeviyên deverê pir girîng e. Lê ji ber rewşa heyî asta avê daketiye 17 milyon û 700 hezar metrekûpî.
Li gorî daneyên fermî, par di heman serdemê de, rêjeya ava Bendava Zernekê ji sedî 30 bûye.
Midûrê Saziya Karûbarên Avê ya Dewletê (DSI)yê Herêma 17an Ayhan Şahnayî ji peyamnêrê AAyê re diyar kiriye, havînê ji ber kêmbûna baranê di hemû bendavên parêzgehê de av kêm bûye.
Şahnayî gotiye ku, di çar bendavên aktîf tên bikaranîn de, rêjeya tijîbûnê daketiye binê ji sedî 10an: "Zeviyên silq û gilgilan ne tê de, bi îhtimalekê em ê ji 15ê Çiriya Pêşiyê û pê va devên bendavên em avê didin zeviyan, bigirin. Em ê ji bo saleke din dest bi amadekariyan bikin. Hêviya me jî ew e ku saleke din berf û baran zêde bibare." (FD)