Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet atolyeya nûçeyan di navbera 16 û 25ê Tîrmeha 2018ê li ofîsa xwe ya li avahiya navenda nûçeyan çêdike ku ev atolye ji sala 2000î û vir ve pêk dihatin.
“Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Nûçeyan” bi dersa pêşiyê ya bi navê “destpêka rojnamegeriyê” ya rojnameger Tûgrûl Eryilmaz, endamê Lijneya Birêveberiyê ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê dest pê kir.
Ji bajar û zanîngehên cuda 17 kes beşdarî AtolyeBİAyê dibin.
Eryilmazî di destpêka bernameyê de axivî
Eryilmazî bi gotinên, “Li her deverê cîhanê rojname derdikevin û qasî ku dixwuye hemû dişibin hev. Lê ji ber çiye ez nizanim li hin welatên weke Tirkiyeyê tê gotin ku ‘xwezil li vir jî rojnamegeriya li Îngeltereyê bihata kirin’. Armanca pêşiyê ya avakirina çapemeniyê piştgiriya otorîteyê û belavkirina zanyariyan a li ser navê wê bû. Baş e gelo niha cida ye?” bal kişand li ser girîngiya azadiya xweîfadekirinê.
Atolye wê 10 rojan berdewam bike
Atolye wê 10 rojan berdewam bike û dersên ku wê bê dayîn ev in:
* Destpêka rojnamegeriyê / Tûgrûl Eryilmaz
* Atolyeya Nûçeyan / Tûgrûl Eryilmaz – Ahmet Tûlgar
* Atolyeya wênekêşiya ji bo nûçeyan / Ozcan Yûrdalan
* Nivîsandina nûçeyan ji ber îdianame û zabitnameyên dozan / Sedat Ergîn / Rojnameger
* Roportaj û hevpeyvîn / Kemal Can / Rojnameger
* Nûçegihaniya li ser înternetê / Emre Kizilkaya / Rojnameger
* Tecrubeya bianetê, nûçegihaniya li ser înternetê / Halûk Kalafat / Berpirsê weşanê yê bianetê
* Nêzîkatiya li nûçeyê ya multîdisiplînê û bihartina feraseta nûçegihaniya medyaya berbelav / Prof. Dr. Sevda Alankûş / Şêwirmenda Perwerdeyê ya BİAyê, Dersdêra Zanîngeha Kadîr Hasê
* Ji bo rojnamegeran zanyariya esasî ya derbarê Wordpressê / Hîkmet Adal / bianet
* Filmê Spotlight û rojnamegerî / Mehmet Açar / Rexnegirê sînemayê
* Di roja me de Tirkiye / Mûrat Çelîkkan / Nafenda Heq Edalet û Bîrê
* Edîtor çi dixwazin û nûçegihan çi dikin? Şengun Kiliç / Rojnameger
* Ji bo rojnamegeran ewlehiya dijîtal / Şevket Ûyanık / Pispor û Şêwirmendê ragihandinê
* Di nûçegihaniyê de pisporî û nûçegihaniya perwerdeyê / Ûmay Aktaş / Rojnameger û Lêkolînera Hewldana Reforma Perwerdeyê
Derbarê AtolyeBiayê de
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/Tora Ragihandinê ya Serbixwe "Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Medyaya Nû" saz dike. Bi vê atolyeyê dixwaze ji bo rojnamegerên ji saziyên cuda cuda ên medyayê, rojnamegerên bêkar hatine hiştin û xwendekarên fakulteyên ragihandinê yên di beşên rojnaemgerî û radyo û televizyonan de dixwînin atolyeyan çêbikin. Ev bername bi piştevaniya Ajansa Geşepêdanê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) ve bi rê ve diçe.
Di çarçoveya bernameyê de wê li ser mijarên weke "Rojnamegerî, Têgihiştina Nûçegîhaniyê, Nûçegîhaniya Zayendparêziyê, Rojnamegeriya Aştîxwaz, Di Rojnamegeriyê de Rola Medyaya nû, Ji bo Rojnamegeriyê Navgînên Dijîtal, Ewlehiya Dijîtal û Wênekêşiya ji bo Nûçeyan" bên sekinandin. (HA/FD)