Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
5em bernameya perwerdeyê ya AtolyeBİAyê duh bi dawî hat. Beşdarên atolyeyê bi zanyariyên ku di encama atolyeyê de bi dest xistine, nûçeyên derbarê jîngehê de amade kirin û duh ev nûçe par ve kirin.
Di roja dawiyê de Ahmet Tûlgar, Tûgrûl Eryilmaz û Halûk Kalafat jî li pêşkêşiya nûçeyên beşdaran kirin. Piştî nirxandina li ser nûçeyan, sertikfîka dan beşdaran û bernameya perwerdeyê bi dawî ha.
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet ji sala 2000î û vir ve semîner û atolyeyan derbarê nûçegihaniyê çêdike. Demeke ku ev bername di bin navê AtolyeBİAyê bi rê ve diçin. Bernameyên AtolyeBİAyê, li wê avahiyê çêdibe ku navenda nûçeyan a bianetê jî tê de ye. Pêncem bernameya AtolyeBİAyê, di navbera 17 û 26ê Îlonê de çêbû. Ji zanîngeh û bajarên cuda cuda, rojnameger û namzetên rojnamegeriyê beşdarî atolyeyê bûn.
Nûçeyên ku beşdaran amade kirine
Roportaja Hayata Sarıl Derneği, Cansu Erginkoç-Deniz Dilan Emeksiz
Nûçeya jîngehê ya derbarê Kirîn û Firotina Kelûpelên Kesk, Vesile Kardaş.
Derbarê pêlavên bi navê Yemenî hevpeyvîna bi hostayekî re, Özgür Sevim.
Çîroka şênkahiya ku li Atişalani ya Esenlerê li dijî betonê li ber xwe dide, Nilay Madenüs.
Hevpeyvîna bi Ahmet Tulgarî re ya li ser Taxeke Ermeniyan ya li Elmadagê, Emek Kılınç.
Nûçeyek li ser Repair Cafeyê, Cihan Berk.
Derbarê restorasyona Narmanlı Hanê, Göksel Durutuna.
Lêkolînek li ser dîrok û dahatûya Gazhaneya Dolmabahçeyê, İrem Esmer
Derbarê Parêzvaniya Sûlûkûleyê nûçeyek, Ayşe Özsoy. (PD/HK/FD)