Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Atolyeya Ji Bo Rojnamegeran a Nûçegihaniyê ya AtolyeBİAyê wê di navbera 8 û 16ê Çiriya Paşiyê (mijdar/sermawez) çêbibe.
Di atolyeyê de wê mijarên weke destpêka rojnamegeriyê, nûçegihaniya mafparêziyê, nûçegihaniya LGBTIparêziyê, nûçegihaniya tenduristiyê, nirxandinên rewşa Tirkiyeyê, nûçegihaniya wênegirtinê, bikaranîna medyaya civakî ya di nûçegihaniyê de, ewlehiya dijîtal bên dayîn. Di dema atolyeyê de beşdar wê nûçeyan çêbikin û piştî atolye biqede wê bibin xwedî sertifîka.
Atolyeyên nûçegihaniyê yên Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianetê ji rojnamegerên kar dikin û yên karê wan ji destê wan hatiye standin, xwendevanên rojnamegeriyê, beşa radyo û sînemayê, rêxistinên mafparêziyê û her kesên peywendîdar re vekirî ne.
Ji bo beşdariya atolyeyê hûn dikarin heta 30ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê serî lê bidin. Buhayê atolye ji bo xwendevanan 200 TL, ji bo kesên kar dikin jî 300 TL ye.
Pirsên we yê derbarê atolyeyê de hebin, hûn dikarin ji maîla [email protected] ê re binivîsin.
* Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet mesrefa rê û cihê manê ya hin beşdaran wê bide ku ji derveyî bajêr dê beşdar bibin.
** Pareyê beşdariya atolyeyê ya hin beşdaran wê ji hêla saziyê ve bê dayîn.