Atolye BIA dê dest bi bernameya xwe ya nû bike, kerem bikin beşdar bibin
![Atolye BIA dê dest bi bernameya xwe ya nû bike, kerem bikin beşdar bibin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/208/930/original/çağrı_görsel.png)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Atolye BIA dê di mehên Hezîran, Tîrmeh û Îlonê de li Stenbolê çar kargehan(atolyeyan) pêk bîne.
Atolyeyên nûçegihaniyê yên Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianetê ji rojnamegerên kar dikin û yên karê wan ji destê wan hatiye standin, xwendevanên rojnamegeriyê, beşa radyo û sînemayê, rêxistinên mafparêziyê û her kesên peywendîdar re vekirî ne.
Demên pêkanîna atolyeyan û serlêdanê(daxwazkirinê) li jêr in:
- 14 – 21ê Hezîrana 2019ê Kargeha Bingehên Rojnamegerîyê / Roja dawîyê ya serlêdanê: 5 Hezîranê
- 3 – 11ê Tîrmeha 2019ê Kargeha Bingehên Rojnamegerîyê / Roja dawîyê ya serlêdanê: 21ê Hezîranê
- 22 – 29ê Tîrmeha 2019ê Kargeha Bingehên Rojnamegerîyê / Roja dawîyê ya serlêdanê: 9ê Tîrmehê
- 2 – 9ê Îlona 2019ê Kargeha Bingehên Rojnamegerîyê / Roja dawîyê ya serlêdanê: 16ê Tebaxê
- Bi tenê 15 kes dikarin beşdarî her yek ji kargehan bibin.
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet ji sala 2002yê û vir ve semîner û atolyeyan li ser nûçegihaniyê çêdike. Demek e ku ev bername di bin navê AtolyeBİAyê bi rê ve diçin. Bernameyên AtolyeBİAyê, li wê avahiyê çêdibe ku navenda nûçeyan a bianetê jî tê de ye. Ev bername bi piştevaniya Ajansa Geşepêdanê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) ve bi rê ve diçe.
Ji bo pirsan hûn dikarin ji bo vê e-posteyê binivîsin: [email protected]
Ji bo beşdaran lîsteya nivîsên xwendinê dê bê şandin. Herweha hûn dikarin pirtûkxaneya biayê jî bi vê dûvelankê bibînin.
*** Di dawiya kargehê de ji bo beşdaran sertîfîka dê bêne dayin.
**** Ji bo jimareka dîyarkirî ya beşdaran bursa ji bo rê û manê dê bê dayin.
(SO/MB)
Ji bo bedarbûnê ji kerema xwe re vê formê dagire.
RÊZE-WEBÎNAR - 2
Duyem webînara “Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî": Rojî Kurd
![Duyem webînara “Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî": Rojî Kurd](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/240/356/original/6.jpg)
RÊZE-WEBÎNAR
“Rêze-Webînara "Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” wê 3yê Adarê dest pê bike
![“Rêze-Webînara "Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” wê 3yê Adarê dest pê bike](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/240/009/original/KÜRT_YAYINCILIĞINDA_DERGİCİLİK_WEBİNAR_DİZİSİ_-_1.jpg)
Ji ber “Meşa Rûmetê” doz li 19 xwendekarên ODTUyê hatiye vekirin
![Ji ber “Meşa Rûmetê” doz li 19 xwendekarên ODTUyê hatiye vekirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/211/484/original/odtuonurgozaltisonrasi_manşet.jpg)
Ji bo Kargeha Bingehên Rojnamegeriyê ya Atolye BIAyê em li bendî serlêdanên we ne
![Ji bo Kargeha Bingehên Rojnamegeriyê ya Atolye BIAyê em li bendî serlêdanên we ne](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/211/027/original/atolye.png)
ATOLYE BIA - GULAN - 2019
Beşdarên Kargeha Medyaya Nû sertîfîkayên xwe standine
![Beşdarên Kargeha Medyaya Nû sertîfîkayên xwe standine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/208/684/original/manşet.jpg)