Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
John Glenn ew astronot e ku di sala 1962 yê de li dora dinyayê geriyaye. Her dîsa John Glenn senatoriya Ohioyê jî kiriye.
Madalyaya Şerefê
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Barack Obamayî di sala 2011ê de Madayaya Kongreyê da John Glennî.
Obamayî li ser mirina John Glennî got:
“Di sala 1962yê de dema ku John Glenn li rokêtê siwar bû wî hêviyên gelekê geş kir. Îro dostekê min û Michaelleyê ji nav me çû.”
Bû sîyasetmedar
Piştî ku John Glenn ji karê xwe teqawît bû, di sala 1974ê de ket hilbijartinê û wek senatorê Ohioyê hat hilbijartin.
Wî di sala 1984ê de xwestibû bibe serokê Amerîkayê jî lê di hilbijatinan de bi ser neket.
Vegera fezayê
Ew di sala 1962yê de cara pêşiyê firiyabû. Piştî 36 salan di 77 saliya xwe de ew dîsa çû fezayê.
Bi vê yekê jî ew bû pîrtirîn mirovê çûyî fezayê. (ZSS/MB)
*Zeynep Sila Sarikayayê ev nûçe ji New York Times USToday û Independentê berhev kiriye.