Fotograf: Astera Mortezai
Astera Mortezaî ya li Hollandayê dijî piştî kuştina Jîna Mahsa Amîniyê li Hollandayê bi navê "Hêza Keziyan" performansek pêk aniye. Performans di 14ê Kanûna Paşiyê de li Muzexaneya Goudayê pêk hatiye. Di dema performansê de jinan keziyên xwe bi hev ve girê dane û xwestine bi vê re, hêza jinan nîşan bidin.
Astera Mortezaî mîna Jîna Amîniyê ji bajarê Seqizê ye. Ew piştî demekê bûye penaber û li Hollandayê bicih bûye. Niha li Hollandayê bi karê hunerê re mijûl e. Wê bi van gotinan behsa projeya "Hêza Keziyan" kir:
"Çêkirin û lênêrîna por, bi gelemperî di jiyana gelek jinan de girîng e. Ji bo gelê kurd, girîng bû ku keziyên dirêj, paqij û xweş hebin. Destêdana por, çêkirina keziyan di navbera dê û keç, xwişk û hevalan de bi rîtuel, stran, çîrok û çîrokên veşartî de kêliyek hestyarî ye. Jineke kurd xwe ji bo şer amade dike. Jinek hemî laşê xwe dixe nava xetereyê da ku li kolanan bijî.... Jina ku her roj diçe li ser kar û xwe ji her cure berxwedanê re amade dike. Ji ber vê yekê min dest bi vê performansê kir, li salona muzexaneyê, ku tê de hemû dîwar bi tabloyên mêrên spî yên sedsala heftemîn dagirtî ne, ku hemû hêza van zilamên bi çek di destên wan de nîşan didin. Min ji mirovan re got ku em îmaja desthilatdariyê li ber çavên wan xweşiktir biafirînin.
*Astera Mortezai
"Hevalên ku tevlî vê performansê bûn qaîdeyên lîstikê bi hêsanî qebûl kirin. Wan biryar da ku porê xwe bi hev re girê bidin û ev zincîra ji mirovan pêk hatiye di salonên muzexaneyê re derbas bû, li hewşa muzexaneyê bi derenceyan û spiralên jor û jêr daket û di dawiyê de hate berdan. Ev zincîr bê serok û serwer ava bûye. Dema ku yekgirtî bûn, mirovan alîkariya hev û din kirin û di derenceyan de bi jor û jêr ve çûn û hatin. Di dema lîstikê de, jinên ku bi porê gemar dihatin, bûn keçên biçûk ên jîndar ku li rûyên wan şahiyeke bêhempa nîşan didan. Lê ya herî xweş wêneyek bû ku ji bo min nû bû. Wêneyeke kolektîf a kurdî li Ewrûpaya ferdperest. Wek govend ê. Hêza keziyan a bi rêya mirovan bi xwe, ji bo hêz, hevgirtin û girêdanê îfade dike."
"Ew kezî bûne sembola azadiyê"
Mortezia qala qetilkirina Jina Mahsa Aminiyê û bandora wê ya li ser hunera xwe kir: "Mirina Jînayê gelek xemgîn û trajîk bû. Lê îsrara malbata wê ku nehiştin hêzên ewlehiyê bi şev bi dizî wê defin bikin, ev bû sedem ku xelk dîsa li Seqizê li hev kom bibin û mîna salên dûr ên berxwedanê bi hev re sirûd bêjin. Li wir jinan dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' berz kirin. Di heman rojê de li ser gora Jinayê nivîsek hatiye nivîsandin: 'Jîna, tu namirî, navê te dê bibe sembol'. Ev manîfestoya siyasî û diruşma 'Jin Jiyan Azadî' bi lez li seranserê Kurdistanê belav bû û ji wir jî gihaşt hemû deverên Îranê. Ji wê rojê û pê de, gelên Îranê bûne mirovên nû. Mirovên ku hertimî diafirênin. Di civakê de cureyek zindîbûn çêbû. Wêneya dawî ya Jînayê yê beriya kuştina wê bi lez û bez bi rêya înternetê li her derê belav bû. Ew kezî bûne sembola hêzê ya azadiyê. Ji ber vê yekê gelek jinan hêrsa xwe bi birîna porê xwe anî ziman."
"Li Îranê karekî bi vî rengî pir metirsîdar bû"
Mortezaî weke beşek ji mirov û hunermendên kurd an jî Îranî neçar maye ji welatê xwe derkeve. Wê di vê rêwîtiya hunera performansa zindî de bandora erdnîgariya xwe û zehmetiyan bi van hevokan anî ziman: "Ez şeş-heft salî bûm min çîrok dinivîsand. Min ê rûpelan bi têl û derziyê girêbide û jê nîgar çêbikira. Kesayeta diya min jî di vê mijara huneriyê de bandor li ser min kir. Diya min ji ber çîrokên folklora kurdî, ji bo zarokan şano çêdikirin. Ez jî tevî gelek zarokên malbatê, lîstikvana diya xwe bûm. Bi vî awayî ez ketim nava karê şanoyê. Dema ez çûm Tehranê ji bo xwendina zanîngehê, min bi awayekî profesyonelî şano berdewam kir. Bi çend hevalan re me komeke ku li ser laş û dîlanê bû ava kir. Li gel van çalakiyan, min yek-du pirtûkên li ser laş û şanoyê ji fransî wergerand farisî. Vê yekê têgeha laş ji min re zelaltir kir. Ji wê demê û pê de, ez bi hunera performansê re eleqedar bûm, ku navgînek cihê bû û bi tevahî ji şano û dîlanê cûda bû. Bi du hevalên xwe re, me komeke binerdê çêkir ku bêtir performansên cihêreng bi baldarî li ser laş pêk dianî. Lê ji ber ku li Îranê karekî bi vî rengî pir metirsîdar bû, me nekarî berdewam bikin û jiberxwe bi dawî bû.
"Projeyên min bi nasnameya min ve girêdayî ne"
"Ji bo festîvaleke dansa hevdem çûm Hollandayê û li wir bûm penaber. Li Hollandayê ez li hunerên dîtbarî vegeriyam. Ji ber ku qada xwendina min a zanîngehê hunera dîtbarî bû. Lê vê carê min sînorekî mezin ê erdnîgarî derbas kiribû û zanyariyên min li ser têgeha sînor bi giştî guherîbûn. Bandora wê li ser hunera min ew bû ku êdî ti sînor di navbera navgînên hunerî de nemabûn. Ji bo min navgînên hunerê wek wan peyvan e ku zimanê hunerê dewlemend dikin. Di projeyên xwe de, bi giranî li ser pirsgirêkên civakî disekinim. Projeyên min ên hunerî rasterast bi jiyana min ve girêdayî ne û nasnameya min a kesane temsîl dike ku dikare hemî mirovên di vê kategoriyê de cih digirin temsîl bike. Yanî di kategoriya jin, hunermend, kurd, penaber, nûhhatî, kêmariya zimanî û etnîkî de ne."
(SY/FD)