Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
10 saziyên mafparêz ji bo bizanibin bê ka Covid-19 li girtîgehan çiqas belav bûye, bang li Wezareta Dadê kiriye. Saziyan ji bo vê, daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Saziyan di daxuyaniyê de gotine ku ji 11ê Gulanê heta niha, roja pêşiyê ya ku li Tirkiyeyê nexweşiya Covid-19ê peyda bûye heta niha, Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Girtîgehan (CTE) di Adara 2020an, di Çiriya Paşiyê ya 2020an û di Sibata 2021an de, li ser hev sê caran daxuyanî weşandine. Midûreyetê ev daxuyanî bi navê “Di dema Pandemiya Covid-19ê de rewşa girtîgehan” belav kiriye û tê de behsa rewşê dike.
10 saziyên ku daxuyaniya hevbeş kiriye wiha gotine:
“Ji 22yê Sibata 2021an heta niha di tabloya koronavîrusê ya Tirkiyeyê de guhertinên mezin bûne. Li gorî daneyên ku Wezareta Tenduristiyê diweşîne di meha sibatê de hejmara nexweşên Covid-19ê 8 hezar bûn lê di meha gulanê de ev hejmar ji 60 hezarî bihuriye. Di vê demê de li Tirkiyeyê varyantên Brezîlya, Hindistan û Ingilistanê derketine û di pratîkê de li seranserê Tirkiyeyê gelek guhertin pêk hatine.
“Digel van hemû guhertinan CTEyê ji 22yê Sibatê heta niha, ji raya giştî re negotiye bê ka di pratîkê de çi tedbîr hatine standin, çi guhertin hatine kirin, testa PCRyê ya çend girtiyan hatiye kirin, testa çend girtiyan pozîtîf derketiye, çend girtî li nexweşxaneyan tên dermankirin, çend girtî mirine.
“Li seranserê Tirkiyeyê ji serê 2021an û vir ve karê derzîkirinê destpê kiriye lê CTEyê ji raya giştî re negotiye heta niha derzî li çend girtiyan xistine. Saziyên civaka sivîl xwestine bizanibin bê ka derzî li çend girtiyan xistine ev pirsî ne, lê heta niha ti bersiva vê pirsê nedane û gotine ku ew girtiyên temenê wan ji 60î berjortir û yên nexweşên wan ên kronîk hene, derzî li wan dane.
“Ew nûçeyên vê demê di çapemeniyê de diweşin û kesên serlêdanan li rêxistinên civaka sivîl didin, wê metirsiyê zêdetir dike ku hejmara pêketiyên Covid-19ê li girtîgehan zêde dibe.”
Saziyên ku beşdarî daxuyaniya hevbeş bûne ev in:
Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfazkirina Cezayan de
Navenda Giştî ya Hiqûqnasên Hemdem
Komeleya Înîsiyatîfa Mafan
Komeleya Mafên Mirovan – Stenbol
Odeya Diransazan a Stenbolê
Odeya Doktoran a Stenbolê
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê
Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetguzariya Civakî – Stenbol
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê
Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî
(AO/FD)